Tûgayên Qessam cesedê êsîrên din ê siyonîst teslîm kirin

Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, di çarçoveya peymana pevguhertina êsîrên ku di çarçoveya agirbestê de hatiye bicîhanîn de, cenazeyê êsîrekî din ê sîyonîst teslîm kir. Hejmara cenazeyên ku di pênc rojên dawî de hatine radestkirin gihîştiye 10an.
Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, roja Înê derengiya şevê teslîmkirina cenazeyê êsîrekî din ê sîyonîst pêk anît. Bi vî awayî, di pênc rojên dawî de hejmara cenazeyên ku ji Xezzeyê hatine teslîmkirin gihîştiye 10an.
Artêşa sîyonîst piştrast kir ku Xaça Sor a Navneteweyî cenazeyê êsîrekî ji Xezzeyê wergirtiye. Tûgayên Qessam, di daxuyaniyekê de li ser Telegramê gotin, "Cenazeyê êsîrekî ku îro di çarçoveya peymana pevguhertina êsîrên Tofana Eqsayê de ji Xezzeyê hatiye derxistin, dê saet di 23:00an de were teslîmkirin."
Berdevkê Hamasê Hazim Kasim tekezî li ser pabendbûna tevgerê ji bo bidawîanîna şerê li Xezzeyê û bicîhanîna tevahî ya peymana agirbestê kir. Kasim got, "Hewldanên me ji bo temamkirina pêvajoya pevguhertina êsîran bênavber berdewam dikin."
Qasim her wiha îxlalkirinên peymanê ji teref îşxalkeran ve û astengkirina alîkariya mirovî rexne kir û bang li hemû aliyan kir ku "îşxalkeran neçar bikin ku peymanê bicîh bînin".
Radestkirin beşek ji merhaleya yekem a rêkeftina di navbera Hamas û rejîma sîyonîst de bû, ku armanc dike dawî li qirkirinê bîne. Li gorî rêkeftinê, 48 êsîrên sîyonîst ên sax an mirî li Xezzeyê dê werin berdan. Tûgayên Qessam roja Duşemê 20 êsîrên sax teslîm kirin û paşê neh termên wan bi navberên cûda vegerandin.
Tûgayên Qessam doh ragihandin ku wan hemû êsîrên zindî û cenazeyên ku gihîştina wan hebû teslîm kirine, lê hinek cenaze di bin kavilan an jî di tunelên wêranbûyî de hatine veşartin. Tevgerê diyar kir ku gihîştina van cenazeyan amûrên taybetî hewce dike, û hêzên îşxalker ketina wê ya Xezzeyê asteng kirine.
Her çiqas HAMAS tekez kir ku berpirsiyariya derengketinê bi tevahî li ser hikûmeta Netanyahu ye jî, rayedarên Emrîkayî diyar kirin ku ji hêla teknîkî ve derxistina cenazeyên ku li Xezzeyê hatine veşartin pir dijwar e, lê HAMAS soza vegerandina hemî cenazeyan didomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xawaja Muhammed Asif û serokê îstîxbarata wî li Dohayê bi şandeyeke Efxenî re hevdîtinan dikin. Armanca hevdîtinan dirêjkirina agirbesta demkî û aramkirina pevçûnên sînor e.
Di êrîşa siyonîstan a li ser wesayîteke sîvîl li taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de, yanzdeh endamên heman malbatê, ku ji wan heft kes zarok û du kes jin in, şehîd bûn. Hamasê tekez kir ku ev êrîş îxlaleke eşkere ya peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Trump bû.
Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy li Qesra Spî civiyan.