Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê: Êrîşdarên li Şamê hatin girtin
Wezareta Navxweyî ya Sûrîyeyê ragihand ku hemû endamên şaneya berpirsiyarê teqînên li Şamê hatine girtin. Li gorî agahiyan, encamên lêpirsîna destpêkê nîşan didin ku endamên şaneyê bi DAIŞê ve girêdayî ne.
Wezareta Navxweyî ya Sûrîyeyê ragihand ku hemû endamên şaneya ku tê şibhekirin ji teqînên li Şama paytext mesul in, ji teref hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, operasyon bi hevrêziya Ajansa Îstîxbarata Giştî, û êrîşên hevdem li Şam û taxên derdora wê yên wekî Qetîfe, Seyîde Zeyneb, Qudseye û Eş el-Werwer hatine kirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Sûrîyeyê Enes Xetab di platforma X de got, "Hemû endamên şaneya berpirsiyarê êrîşên terorîstî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin."
Tuggeneral Ehmed ed-Dalatî, fermandarê ewlehiya navxweyî li gundewarê Şamê, di hevpeyvînekê de bi televîzyona dewleta Sûrîyê re diyar kir ku lêpirsînên destpêkê yên li ser şikdarên girtî eşkere kirine ku şaneya wan bi DAIŞê ve girêdayî ye.
Wezareta Karên Hundir ragihand ku lêpirsîn ji bo eşkerekirina hemû hûrgiliyên êrîşê û têkiliyên şaneyê berdewam dike, û piştî ku agahîyên derbarê nasnameyên şikdaran û rolên wan di êrîşê de bi dawî bibin, ew ê bi raya giştî re werin parvekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên rejîma sîyonîst li deverên cuda yên Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve ku agirbest ket meriyetê, hejmara şehîdan gihîştiye 1094an.
Di demekê de ku hejmara mirinên ji ber Ebolayê li Efrîqayê ji 600î derbas bû, Navendên Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan ên Efrîqayê (CDC) banga berdewamiya hewldanên ji bo têkoşîna li dijî şewba ku bi lez belav dibe kir.
Şamîl Basayevê Fermanderê efsane yê Çeçenîstanê ku di 10ê Tîrmehê sala 2006an de şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de, bi rehmet û bi mihnet tê yadkirin.