Piştî ku îşxalkeran bi saetan li Şerîeya Rojavayê 15 kes di nav de jinek jî heye desteser kirin, êrîşên xwe yên li ser bajar û gundên ku Filistînî lê dijîn didomînin, di dema serdegirtinan de di navbera berxwedêrên Filistînî û îşxalkeran de pevçûn rû didin.
Di dema ku li kampa El-Erûb a li bakurê El Xelîlê di navbera îşxalkeran û ciwanên Filistînîyan de şer derket, çavkanîyên nexweşxaneyê ragihandin ku ciwanek bi guleya îşxalkeran birîndar bûye.
Di heman demê de hêzên îşxalker li bajaroka Izna ya rojavayê El Xelîlê jî êrîş kirin. Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku hêzên îşxalker her wiha bi ser bajarokê Kefel Haris ê li rojavayê Selfit û gundê Dêr Îstîya yê li bakurrojavayê wê de girtin, li malan gerîyan û zerarê dabûn malên welatîyan.
Îşxalkeran bi hinceta tevlî çalakiya 6ê Çile ya li rojhilatê Qelkiliyê ku di encamê de 3 îşxalker hatin kuştin, di nav de jinek jî heye 15 kesan desteser kirin.
Hate diyarkirin ku îşxalkerên ku gundên Hecah û Dêr El-Xetab li rojhilatê Qalkiliyayê girtin, di dema serdegirtinê de bombeyên deng û gaza rondikrêj bikar anîn.
Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku hêzên sîyonîstan li bakurê Nablusê di malekê de komek Filistînî desteser kirin û avêtin ser bajarokê Husana li rojavayê Bethlehem û bajarokê El-Xidirê.
Çavkanîyên, eşkere kirin ku hêzên îşxalker ku êrîşî bajarokê Na'lîn ê li rojavayê Rimêlanê kirin, piştî desteserkirina 2 wesayîtan ji bajarokê vekişîyan û bajarokê Nebî Salih ê Rimêlanê jî girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 565an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 660an.
Li Îranê artêş, li herêmên parastina hewayî yên rojava û bakurê welat tetbîqata bi navê "Power-1403" da destpêkirin.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî Usama Hamdan, îfade kir ku berxwedan plana tesfîyekirina doza Filistînê tarûmar kir, çareserîyek tenê heye ku ew jî dawîbûna îşxalê ya ji temamê axên Filistînê ye.