ÎHO EBRAR, li Tanzanyayê Qurana Pîroz belav kir

Sazîya alîkarîya navneteweyî ÎHO EBRAR, li Ridhwaa Secondary Schoola ku li herêma Mîkondomîya paytext Darusselamê ji xwendekarên dibistana navîn re bernameya alîkarîyê li dar xist.
Li Efrîqayê, medrese perwerdehîyên xwe yên kevneşopî didomînin, malbatên ku li herêmê bi tinebûyê re micadeleyê dikin jî ji bo perwerdehîya zarokên xwe çareserîyan digerin. Di vî çarçoveyê de li welat hema hema di her malbatê de hafizek derdikeve û di warê perwerdehîyê de mînakek nîşan dide.
ÎHO EBRAR jî di vî warî de bi desteka xêrxwazan Qurana Pîroz belav kir û bi vê şeklê ji zarokên herêmê re di warê perwerdehîya Îslamî de kehnîyeke muhîm da wan.
Dildarê ÎHO EBRARê Abdulwehap Kaplan îfade kir ku ew di warê perwerdehîyê de li Tanzanyayê xebatan li dar xistin:
“Di vê çarçoveyê de, em bi desteka xêrxwazan belavkirina Qurana Pîroz li dar xist. Me di dema hevdîtinên xwe de dît ku lazimatîya zarokên herêmê gelek hene. Hetta me dît ku hinek xwendekar nikarin Quranê jî bistînin. Me jî qerar da û ji wan re Quranê belav kir û me kêfxwaşîya wan dît ev jî me gelek kêfxweş kir. Em wek ÎHO EBRARê li herêmê xebatên xwe yên ji bo perwerdehîya zarokan bidomînin.”
Ev xebata alîkarîyê, ji bo ÎHO EBRARê jî fealîyeteke muhîm daye lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê, destnîşan kir ku qirkirin û birçîhiştina sîstematîkî ya ku li Xezzeyê tê kirin rasterast encama polîtîkaya îşxalê ya ku bi piştgirîya Emrîkayê pêk tîne ye.
Li herêma Machalíya Şîlîyê, di madena paxirê ya bi navê El Tenienteyê de hilweşînek pêk hat, di encama hilweşînê de kesekî canê xwe ji dest da, 5 kes jî winda bûn.
Bi deh hezaran kes li Mexrîb, Morîtanya û Yemenê ji bona ku alîkarîyên însanî ji Xezzeyê re bêne gihîştandin û êrîşên rejima sîyonîst bidawî bibe daketin kolanan.
Li herêma Quneytra ya Sûrîyeyê, hêzên îşxalker sê sivîlan girtin. Traktora çandiniyê ya ku ji bo veguhestina bermahiyên daran bikar dianîn jî hate desteserkirin.