Îranê, îddîaya ku ji Yemenê re alîkarîya leşkerî kirine redk kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî, îddîayên Fermandarîya Hêzên Navenda Emrîkayê (CENTCOM) ku digot, komekî leşkerî ya bi navê Hêzên Berxwedana Netewî ya Yemenê (NRF) tê zanîn, li Yemenê sewqîyatekî çekan a Îranê ku “Gelek Mezin e” ji Husîyên li Yemenê re diçû bidestxistine, wek “bêbingeh û parçeyek kampanyaya propagandaya li dijî Îranê” nirxand.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî, weha daxuyand, “Van îddîayên ku dem bi dem ji teref Emrîkayê ve têne gotin, armanc dike ku hebûna leşkerî ya Emrîkayê li Asyaya Rojavayê fermî bike û ji bo tewrên bêîstîqrarkirin û çêkirina gengeşîyê ya Emrîka û îsraîlê li herêmê bidomîne wezîfeyeke beheneyê dibîne.”
Beqayî bal kişand ku Emrîka, ji sûc û herba ku rejima îşxalker li Filistîn û welatên dinê yên herêmê didomîne “rasterast mesul e”. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê û Mesulê Karên Qudsê Harun Nasiruddîn, bal kişand ku berxwedana gelê Qudsê wê projeyên sîyonîstan beredayî bike. Nasiruddîn, bang li ummetê kir ku xwedî li Mescîdî Eqsayê derkevin.
Wezareta Karên Hindir ê Sûrîyeyê weha got, “Xeberên ku Hêzên me yên ewlehîyê ketine Siwêdayê rastîyê nîşan nadin.”
Welatên Ewrûpayê, Îranê dîsa bi mueyyîdeyên neqanûnî tehdîd kirin. Tehran jî ev rewşa Rojavayê wek “sabotejekî nû ya dîplomatîkî” nirxand.