Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşî Beyt Lahîya, Refah û Nuseyratê kirin, di encama bomberdûmanê de herî kêm 11 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên herêmî îşxalkeran, li Beyt Lahîyayê du herêman bombebaran kirin, di encamê de 9 kes şehîd bûn.
Hat destnîşankirin ku ji bomberdûmanan yek li nêzê Nexweşxaneya Kemal Advanê li dijî komekî sîvîl hatîye kirin û di encamê de 5 kes şehîd bûne; ya duyemîn jî li Beyt Lahîyayê ji malekî re hatîye lidarxistin û di encamê de 4 kes şehîd bûne.
Hat îfadekirin ku li Rehafê jî ÎHAyek êrîş li dar xist û di wê êrîşê de jî kesekî şehîd bû.
Xeyn ji van agahîyan du roj berê di êrîşa Nuseyratê de qîzikeka 10 salî birîndar bûbû û îro şehîd ket. Hat hînbûn ku malbata qîzik şehîd bûne û birekî wê tenê maye ew jî birîndar e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 712an û hejmara birîndaran jî derket 103 hezar û 258an.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 3 hezar û 287 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 222yan.
Li Madagaskara Rojavayê keleke ku di nav Çemê Tsiribihinayê de diçû di bin hezazê de ma, di encamê de 16 kesan canê xwe ji dest dan.