Sîyonîstên îşxalker êrîşî başûr û bakurê Xezzeyê kirin, di encama êrîşê de 6 Filistînî şehîd bûn.
Di seatên serê sibehê de ji teref sîyonîstên îşxalker ve li dijî Taxa Şucaîyeyê re êrîş li malekî hat kirin, herî kêm 4 kes şehîd bûn.
Di heman demê de, di encama hedefgirtine malekî ya li herêma Sîdarê de jî zarokek qîzîn şehîd ket. Li Taxa Nasirê pîrekek jî di encama êrîşa terorîstan de şehîd bû.
Artêşa îşxalê ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Xezzeyê di qetlîamên ku lidar xistîye de 45 hezar û 399 kesan şehîd kir, 107 hezar û 940 kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman, ji bona ku birînên qirkirina ji teref rejima îşxalker ve li Xezzeyê tê lidarxistin derman bikin ekîbekî doxtoran şand Xezzeyê.
Hêzên îşxalê, 25 êsîrên li Xezzeyê ku di dema êrîşa bejahîyê de êsîr girtibû û bi zorê wan winda kiribû serbest berda.
Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yemenê Yahya Serî, daxuyand ku ew bi fuzeyên hîpersonîk a bi navê “Filistîn-2” li dijî Yafa û Balafirgeha Ben Guriona li Tel Avîva îşxalkirî operayoneke leşkerî li dar xistin.
Li wîlayeta Pencapa Hîndistanê otobûsek ji pirê ket xwarê, di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.