Îxlalkirinên agirbestê li Xezzeyê dîsa zêde bûn: 5 birîndar
Pênc Filistînî di êrîşên topxane û çekdarî yên îşxalekrên sîyonîst li ser Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê birîndar bûn. Li gorî raporan, êrîş di demekê de qewimîn ku îxlalkirinên agirbestê dîsa zêde bûne.
Li gorî çavkaniyên herêmî, îşxalkerên sîyonîst li bakurê Xan Yûnisê li herêma Hemad û derdora wê gule berdan. Di êrîşan de sê Filistînî birîndar bûn.
Konên ku li herêma el-Ehras a taxa el-Emel a rojavayê Xan Yûnisê tê de Filistîniyên koçber hebûn jî bûn hedefa guleyan. Di êrîşê de du kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku dagirkerên siyonîst li deverên cuda yên Xezzeyê peymana agirbestê îxlal dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Ragihandinê ya Pakistanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên li ser sê hedefan de li Efxenistanê 28 kes hatine kuştin, û îddîa kir ku ev mirin bi êrîşên li Pakistanê ve girêdayî ne.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku wan bi fuze û dronan êrîşî tesîsên li herêmên Moskow û Voronezh ê Rûsyayê kirine.
Li bakurrojavaya Pakistanê pevçûn derket, di encamê de 6 leşker canê xwe ji dest dan û 8 mîlîtan jî hatin kuştin.