“Projeya Nexweşxaneya Sehra Al Cela” ya Weqfa Êtîman li Xezzeyê didome
Beşek muhîm a înşaeta “Projeya Nexweşxaneya Sehra Al Cela” ku ji teref Weqfa Êtîman ve li Xezzeyê hat destpêkirin temam bû.
Weqfa Êtîman ku ji bo êtîm, sêwî û bêkesan xebatên alîkarîyê dike, li çar alîyêcîhanê jî xebatên xwe didomîne.
Weqf, ji 7ê Cotmeha 2023yan ku rejima îşxalker dest bi qetlîamekî mezin kir li Xezzeyê vir ve Filistînîyên mezlûm tenê nehişt. Bi fealîyatên curbecur alîkarîyan kir.
Weqfa Êtîman herî dawîn jî li Xezzeyê projeyek nexweşxaneyê dabû destpêkirin û li Xezzeyê dest bi lêkirina Nexweşxaneya Sehrayê ya Al Celayê kir.
Hat îfadekirin piranîya nexweşxaneyê qedîyaye û li hêvîya temamkirin û vekirinê ne.
Ji teref Weqfê ve bang hat kirin ku bila xêrxwazan bexşên xwe bidomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Veguhestina behrê li Tengava Hurmuzê, ku şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Emrîkayê de berdewam dike, dîsa kêm bûye. Hat ragihandin ku di 15ê Îlonê de tenê 3 keştî ji tengavê derbas bûne.
Tevgera Ensarullahê tohmetên Erebistana Siûdî yên ku dibêjin Yemen Mekkeyê hedef digire red kir û diyar kir ku operasyonên wan tesîsên petrolê û baregehên leşkerî yên dûrî cihên pîroz hedef girtine.
Hat îfadekirin ku ji ber hilweşîna madena zêran a li herêma Kordofan a Rojava herî kêm 60 kesan canê xwe ji dest dan, xebatên lêgerînê berdewam dikin.