Altunê Serokê Avrupa Yetîm Elîyê: Alîkarî ji bo herêma erdhejê wê berdewam bike û divê ku bidome jî
Serokê Avrupa Yetîm Elîyê Abdurahîm Altunê ku diyar kir ku ew ji serê seatên erdhejê heta niha li alîyê erdhejzedeyan in, Altun got ku ew ê alîkarî ji herêma erdhejê re berdewam bike û divê ku bidome jî.
Di çarçoveya alîkarîya ji erdhejzedeyan re de Avrupa Yetîm Elî, ÎHO EBRAR, Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê li herêmê alîkarîyên xwe didomînin.
Avrupa Yetîm Elî û sazîyên bira îfade kirin ku ew ê alîkarîyên xwe bidomînin.
Altun weha got, “Em wek Avrupa Yetîm Elîyê ji bona ku ji erdhejzedeyan re alîkarîyê bikin li Tikrîyeyê ne. Em di çarçoveya koordînasyona ku saz kirîne de wek çar sazî di sehayê de ne. Xebatên xwe dikin. Em bû du roj e li Semsûrê bûn. Me rewşa Semsûrê di nêz de dît û xebatên xwe kir. Îro jî li Meletîyê ne. Serê ‘ewil me di şîva germ de dest bi xebatê xwe kir. Li ber Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Meletîyê cîhê xwarinê çêkir û ji nexweşan re, endamên tenduristîyê re, endamên ewlehîyê re û ji hemû kesên ku bixwazin re li vê derê şîvê çêdikin û belav dikin. Li Meletîyê rewş ne baş e. Enqazan hêna jî li cîhê xwe ne. Êşên ku erdhej çêkirîye hêna jî germ e. Em wek STKyan barê ku bi me dikeve bi cîh tînin. Ji çar alîyê dinyayê alîkarî tênê. Ew ê van alîkarîyan bidomin û divê ku berdewam bikin jî. Çîmkî birînên erdhejê birînên wisa ne ku di demeke kurt de bê dermankirin nînin. Em giranî alîkarîya meddî distînin. Kêmasîya ku me tespît kirîye temîn dikin û ji hewcederan re belav dikin. Ew ê herî zêde lazimatî ji tiştên ku mirovan germ bikin re heye. Lazimatîya me ya lezgîn ji hewandin û çadiran re heye. Em di temînkirina çadiran de zehmetîyê dikşînin. Xwarinên ku di vê pêvajoyê de tênê tarîxan wan derbas dibe û xera dibin. Di berdewamkirina xwarinê de lazimatîya me ji xwarin û zexîreyê re jî heye. Li cîhên ku erdhej hene însanan malên xwe terk kirine û di derve de dijîn. Ji ber vê yekê lazimatî ji her tiştî re heye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Temsîlkarê Bajara Êlihê yê Yekîtîya Nivîskarên Tirkîyeyê Prof. Dr. Şemsettîn Dursunê ku destnîşan kir pêşeroja mirovên ku kitêb dixwînin ronîye, ji ciwanan re derheqê xwendina kitêbê de tewsîyeyan da.
Cotkarên ku li Êlihê di nav erdên xwe de enerjîya tavê danîne, bi vê şeklê ew ê erdên xwe bêperetî avdanê bikin. Bi xêra ev projeya ku li Êlihê cara yekem e cotkaran ji melîyeta ceryanê xelas bûn, ji cotkarên dinê re jî ev tewsîyeyê kirin.
Roj bi roj hinek emelên Pêxemberê me eleyhîsselat û wesselam ê ku piştî Quranê ji Misilmanan re wek nîzama jîyanê hatîye diyarkirin hatîye îhmalkirin û terkkirin. Ji vana jî ew ê herî muhîm Nimêja şevê, sîwaq û mesafeya sefên nimêjê ye.
Ev hûnermendên qaşo yên ku tu nirxên exlaqî nas nakin dibin sedema tehrîfatê.