Îro piştî betlaneya 9 rojan nêzî 19 milyon xwendekar bi zengilê dest bi dersê kirin.
Piştî bêhnvedana 9 rojan a li dibistanên seretayî, navîn û amadeyî îro zengila yekem lê ket.
19 milyon xwendekar dê dîsa dest bi perwerdehiyê bikin.
Li gor agahiya ku ji teref Wezareta Perwerdehiya Millî (MEB) ve hat weşandin, rojên bêhnvedana sala perwerdehiyê ya 2022-2023an hat eşkerekirin.
Li gorî vê; Di 14-18ê Mijdara 2022an de betlaneya yekem a navîn, 17-20ê Nîsana 2023an jî dê betlaneya duyemîn bê kirin.
Xwendekar dê îsal di navbera 23yê Rêbendan û 3yê Sibata 2023an de betlaneya xwe ya semesterê bistînin.
Dewreya duyemîn dê roja duşemê 06.02.2023 dest pê bike û roja înê 16.06.2023 bi dawî bibe.
Li gorî vê agahiyê dê dibistan 16ê Hezîrana 2023an roja Înê bikevin betlaneyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Betlaneya navber a sala perwerdehîya 2023-2024an ên 5ê Nîsanê dest pê kiribû sibê diqede.
Ew ê serîlêdanên Îmtîhana Sazîyên Perwerdehîya Bilind a ku dê ji teref Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicîkirinê ve bê tertîpkirin sibe roja dawî ye.
Nêzî 20 milyon xwendekarên ku li mektebên girêdayê Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ne dixwînin piştî tatîlê dest bi mektebê kirin.
Îmtîhana Têketina Perwerdehîya Serlîsans û Personelan a Akademîk a 2023-3yan bi dawî bû.