192 Namzedên Hecê ji Mêrdînê bi duayan Hatin birêkirin

Namzetên hecê yên ku dê bi organîzekirina Serokatiya Karûbarên Diyanetê ji Mêrdînê biçin axên pîroz, piştî bernameya ku ji teref Miftîtiyên Bajarê ve hat lidarxistin, bi duayan hatin oxirkirin.
Ji bo 192 hecîyên ku dê di çarçoveya rêxistina heca 2025an a Serokatiya Karûbarên Dînî de ji Mêrdînê ber bi axên pîroz ve biçin, ji teref Miftîtiya Mêrdînê ve merasîmek xatirxwestinê hat lidarxistin.
Namzetên hecê hestên xwe li ser mîkrofona ÎLKHAyê parve kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo tevahiya alema Îslamê, bi taybetî jî ji bo Xezzeyê, duayan bikin.
Namzetan şîret dan ciwanan û diyar kirin ku çêtir e ku di cîwanîyê de ferza hecê bikin.
Fîkrîye Çokan a 74 salî diyar kir ku gava mirov ciwan be biçûna hecê çêtir e û got, "Par ez çûm Umreyê, û vê carê jî, bi îzna Xwedê, ezê herim hecê. Em ji bo çûna axên pîroz pir bi kelecan û kêfxweş in. Hestê li wir pir xweş e. Ez pêşniyar dikim ku her kes biçe wir û wê atmosferê bibîne. Ez 74 salî me, şikir ji Xwedê re ku ez di bicîhanîtina wezîfeya hecê de zehmetiyê nakişînim. Em ê wezîfeyên xwe bikin, bi îzna Xwedê. Xwedê hêz û qewetê bide me. Em ê hem ji bo Xezzeyê û hem jî ji bo Misilmanên din ên li ser cîhanê duayan bikin. Divê hûn gava ciwan bin biçin hecê. Bi çûndia di ciwaniyê de, hûn dikarin bi hêsanî li wir îbadetê bikin."
Zeynep Atilmiş, ku berê du Umre û du Hec kiriye, got, "Şikir ji Xwedê re, navê me yê îsal ji bo Hecê derketiye holê. Em pir kêfxweş û bi heyecan in. Em ê li Ke’beyê ji Xwedayê Teala re dua bikin ku Filistîn ji rejîma îşxalker rizgar bibe. Bi îzna Xwedê, em ê ji bo hemî Misilmanên din ên bindest jî dua bikin. Em ê ji bo birayên xwe yên li Filistînê bêtir dua bikin. Min berê du caran Umre û du caran jî Hecê kirîye. Ez 65 salî me, û ez di bicîhanîtina wezîfeyên xwe yên Hecê de li wir zehmetiyan dikişînim, lê şikir ji Xwedê re, ev ne pirsgirêk e."
Mehmet Alî Atilmiş, ku diyar kir ku atmosfera li axên pîroz pir xweş e, û got, "Bi îzna Xwedê, em diçin hecê. Îsal, bi îzna Xwedê, ez ê cara sêyemîn biçim axên pîroz. Umreyek û du hecên min hene. Atmosfera li wir pir xweş e, nayê wesifandin. Em ê ji bo hemû Misilmanan, bi taybetî ji bo Xezzeyê, dua bikin."
Ramazan Akay, ku li ser navê dîya xwe çû hecê, got, "Heke Xwedê îzîn bide, em ê biçin hecê, bi îzna Xwedê. Xwedê alîkariya hemû Misilmanan bike. Ez di sala 2011an de çûm hecê, û îsal ez ê li ser navê dîya xwe biçim hecê, bi îzna Xwedê. Ez pir kêfxweş im. Xwedê şansê her kesî bide ku here. Hûn çiqas biçûktir biçin hecê, ew qas çêtir e. Dema ku hêza we hebe, hûn dikarin nimêjên xwe bi rehetî bikin. Em ê ji bo tevahiya cîhana Îslamê, bi taybetî jî ji bo Xezzeyê, dua bikin."
Feyzî Çakar derbarê bicîhanîtina wezîfeya Hecê de ji ciwanan re şîretan da û got, "Wekî ku tê zanîn, Hec yek ji şertên Îslamê ye. Bi îzna Xwedê, em ê îsal ji bo kirina Hecê derkevin rê. Min berê Umre kiribû, û bi vê Hecê re, ez ê du caran bi îzna Xwedê serdana axên pîroz bikim. Bi îzna Xwedê, em li wir zehmetiyê nakşînin, dema ku em bi îbadetê mijûl in em kêfxweştir dibin. Dema ku ez li wir îbadetên xwe dikim, ez xwe ciwan hîs dikim. Şîreta min ji ciwanan re ev e ku dema ku hêna ew ciwan in Heca xwe bicîhbînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Germencîka Aydinê di mezinahîya 3,8an erdhej çêbû.
Li navbera Farqîn û Pira Malabadê ya Dîyarbekirê qezaya trafîkê pêk hat, di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Di febrîqeya biharê ya ku li Herêma Senayîya Organîze ya 2yemîn a navçeya Şehîtkamîla Entabê de teqînek pêk hat, di encamê de 5 kes birîndar bûn.