Bûrsa bi bernameya "Jiyan Bi Nimêjê Xweş e" xemilî
Di çarçoveya bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" de ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember a Bûrsayê ve ji bo çandina adetê nimêjê di zarokan de hatî lidarxistin, bi sedan zarok û malbatên wan hatin cem hev. Di çarçoveya bernameyê de bi beşdariya zarokan meşek girseyî hat lidarxistin.
Bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ku bi kevneşopî her sal li seranserê Tirkîyeyê ji hêla Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, îsal careke din zarok bi perwerdehiya manewî, çalakiyên civakî û çalakiyên cûrbecûr anî cem hev.
Di çarçoveya bernameyê de, ku ew ê di Tebax û Îlonê de pêk were, zarok wê beşdarî pêvajoyek perwerdeyê ku bi qasî 15 rojan bidome bibin.
Di vê çarçoveyê de, li Bûrsayê ji bo zarokên ku 15 rojan beşdarî perwerdehiyê bûn, bernameyek girseyî hat lidarxistin.
Zarok û malbatên wan, ku ji bo nimêja nîvro li Mizgefta Mezin kom bûn, piştî nimêja bi cemaetî, bi hilgirtina pankarteke ku li ser wê "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" hatibû nivîsandin û selewatan dianîtin, ber bi Qada 15ê Tîrmehê ve meşiyan.
Piştî meşê, zarok li Mizgefta Şehrekustu, ku bername wê li wir bihata lidarxistin, kom bûn.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Piştî vê yekê, zarokan helbest, ayet û hedîsên ku amade kiribûn xwendin.
Di çalakiyê de, zarokan hevalên xwe yên ku li Filistînê şehîd bûne ji bîr nekirin û silav ji zarokên Filistînî re şandin.
Zarokan pêşî du rekaet nimêja şikirê kirin, û dû re ji bo hevalên xwe yên Filistînî dua kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê di navbera du kesan de nîqaş derket, nîqaşa ku derket di demeke kurt de bi derxisitna kêran ji şerê bi kêr re vegerîya, di encamê de kesekî bi giranî birîndar bû.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku hikûmeta herêmê piştgirî dide hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo ku çek tenê di destê hêzên fermî de bin. Barzanî her wiha got ku herêma Kurdistanê naxwaze bibe aliyek ji ti şerekî li herêmê.
Li Afyonê otobûsek ji paş ve li qamyonetekê xist, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.