Barana ku li Enqereyê barîya jîyanê bi xerabî tesîrdar kir

Doh êvarê li Enqereyê baraneke tund tesîrdar bû, di encama barana ku barîya de kolan û cedde di bin avê de man. Di çûndin û hatina wesayîtan de jî zehmetî hat kişandin.
Barana ku doh li Enqereyê barîya di demeke kurt de jîyanê bi xerabî tesîrdar kir.
Welatîyên ku ji nişkav de ketin tesîra baranê zehmetîyan kişandin, di trafîkê de jî zehmetîyên ciddî çêbûn. Rêyên ku bi avê tijî bûn, wesayît nikaribûn derbas bibûna. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di seatên serê sibehê de li Dîyarbekirê qezayeke trafîkê çêbû, bi tesîra qezayê tir şewitî. Piştî qezayê şofêrê wesayîtê ji ber ku ehlîyeta wî tinebû ji cîhê qezayê revîya.
Ji ber şewatên ku li navçeya Geyveya Seqeryayê derket du gund hatin valakirin. Li Bîlecûk û Ûşakê jî şewat derketin û piranîya şewatê hatin binkontrolkirin lê hêna jî li herêmê xebatên sarkirinê berdewam dikin.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê daxuyanîya çapemenîyê hat lidarxisitn, di daxuyanîyê de êrîşên rejima îşxalker hatin lenetkirin û ji berxwedana Xezzeyê re piştgirî hat dayîn.
Di encama qezaya otobûsa ku li Sêwasê qeza kiribû de hejmarê mirîyan derket 4 kesan, birîndar jî bûn 33 kes.