Berdevkê Huda Parê Emîroglu: Divê ji bo sekinandina êrîşên rejima îşxalker alternatîfên dijwar werin rojevê

Berdevkê Huda Parê Yunus Emîroglu derheqê rojeva derve de daxuyanî da û nirxandinan kir.
Yunus Emîroglu di warê êrîşên rejima îşxalker, agirbesta ku hatîye kirin û meseleya di navbera Efxenistan û Pakistanê de derketîye holê de nirxandina partîya xwe parve kir.
Emîroglu destnîşan kir êrîşên ku rejima îşxalker bikartîne provokasyoneke bi plankirî ye.
Berdevkê HUDA PARê Emîroglu, îfade kir ku HAMASê, mesulîyet û wezîfeya xwe ya li ser agirbestê bicîhtîne lê digel vêya rejima sîyonîst êrîşên xwe didomîne, “Ev rewş jî baş nîşan dide ku rejima sîyonîst dixwaze ku herbê berdewam bike. Di lûtkeyê de ji 20î zêdetir welat hebûn lê dîsa jî ev tişt hatîye dayîn destê Trumpê, Trump ku qirkirinê fînanse dikir jî bi daxuyanîyên tehdîdane ya li dijî Xezzeyê vê pêvajoyê sabote dike. HAMASê, berîya agirbestê gotibû dibe ku ew nikaribin bighêjin cesedê hemî êsîran. Digel vêya jî îro ev rastîn tê paşgohkirin, û bi vê paşgohkirinê rejima îşxalker êrîşên xwe didomîne, ev êrîşan jî nîşan dide ku ev tişt provokasyonekî bi plankirîye.”
“Divê alternatîfên midexeleya dijwar a ku êrîşdarîya rejima sîyonîst bide sekinandin were rojevê”
Emîroglu di berdewam axavtina xwe de bang li Qeter, Tirkîye û Misirê kir û got, “Agirbest daîma bi yek alî tê îxlalkirin, welatên navbeynkar jî tenê bi zimanê dîyalogê daxuyanîyan didin, we bi vêya tenê qîm dibînin, ev tişt kêm e û qîm nake. Divê alternatîfên midexeleya dijwar a ku êrîşdarîya rejima sîyonîst bide sekinandin were rojevê, yanê ev alternatîf dibe ku şandina unsûrên leşkerî be jî.”
“Lihevhatina li ser mekanîzmeya aştîyeke mayînde yê Efxenistan û Pakistanê gaveke muhîm e”
Emîroglu derheqê pevçûnên ku di navbera Efxenistan û Pakistanê de pêk têne de jî axivî û got, “Pevçûna gelên ku heman erdnigarîyê û heman bawerîyê parve dikin, çawa ku di paşerojê de çêbûye ew ê îro jî ji gelan re êş, jan û bêîstîqrarîyê bîne. Ji ber vê yekê divê van lihevnekirinan bi rêya leşkerî neyên çareserkirin, lê ev linehevkirinan di rêya dîplomasîyê de werin çareserkirin. Lihevhatina li ser mekanîzmeya aştîyeke mayînde bi xebatên dîplomatîk ên Tirkîye û Qeterê gaveke muhîm e.”
Ji Efxenistan û Pakistanê re banga hevkarîyê
Yunus Emîroglu herî dawîn bal kişand ku pevçûnên di navbera Efxenistan û Pakistanê bi midexeleya alîyên sêyemîn jî hatîye zêdekirin, “Refah û Ewlehîya ji bo demeke dirêj, bi îttîfaqên weka demborî bi aktorên derve re têne kirin re temîn nabe, encax bi mekanîzmayên hevkarîya di bingeha çêker, tevgir û bawerîya bihevrayî mimkin e. Di vê çarçoveyê de divê Efxenistanê ku di demeke nêz de welatê xwe ji îşxala Rojavayê xelas kirîye û Pakistana ku di demeke nêz de bi Hîndistanê re pevçûnê kirîye, di vê pêvajoya dîrokî de ji xwe re wek firsedek bibînin û nêzê hev werin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman bi armanca piştgirîya ji gelê Xezzeyê ku di bin sîya dorpêç û herbê de micadeleya jiyanê dide re di çarçoveya “Her Roj Sifreyek” de li herêmê her roj şîva germ belav dike.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu derheqê rojeva hindir û derveyê welat nirxandinan kir.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr îmzeyên ku li dijî pêkanînên neheq ên Ceryanê yên Dicleyê hatine berhevkirin, pêşkêşî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş kir.