Çelîk: Divê em hişmendîya şehadetê hînî xort û qîzê xwe bikin

Ji teref Evîndarên Pêxember ve li Mîdyada navçeya Mêrdînê bernameya bi navê “Şeva Şehîdan û Berxwedana Filistînê” hat lidarxistin.
Li navçeya Midyada Mêrdînê bernameya "Şeva Şehîdan û Berxwedana Filistînê" ya ku ji teref Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin li Salona Konferansê ya Dibistana Îradeya Mîllî hat lidarxistin.
Umer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan di bernameyê de axaftin kir.
“Doza şehîd û şehadetê ew qas mezin e ku mehek têra wê nake”
Çelîk bal kişand li ser girîngîya meqama şehadetê û got, “Her sal meha Sibatê ji aliyê kesên hestiyar ve weke meha şehîdan hatiye îlankirin. Em hem wek Evîndarên Pêxember û hem jî wek Komeleya Mustezafan li gelek deverên welêt ji bo bîranîn, fêmkirin û ravekirina şehîdan çalakiyan li dar dixin. Doza şehîd û şehadetê ew qas mezin e ku mehek têra wê nake. Lewra Xweda di Qur’anê de pesna şehîdan daye. Çawa ku her kes nikare bibe Pêxember û bigihîje wê meqamê, meqama şehîtbûyîn jî tenê dide kesê layiqî wê ne. Meqameke ewqasî bilinde ku, piştî pêxember û siddqîyetê meqama sêyem a ulwî ye.
“Divê şehadet di navenda jiyana me de be”
Çelîk got şehadet yek ji nirxên bingehîn ê Îslamê ye û wisa gotinên xwe domand, “Heta ku pêxemberan jî dixwestin ku şehîd bibin û ji bo bibi şehîd hewl dan e. Divê şehadet di navenda jiyana me de be. Divê şehadet perçeyeke ji me be. Ji ber ku eger ev dîna pîroz heta îro maye û wê heta roja qiyametê jî berdewam bike, wê bi saya xwîna şehîdan be. Bi saya dilsoziya şehîdan a ji bo vê dozê û fedakariya canê wan e. Em zarokên vê çandê ne. Em ne xerîbê vê mijarê ne. Em ji nifşê Habîl in. Em ji Uhûdê, Bedrê, Yemameyê, Kerbelayê hatine. Mirovan ji bo ku li dunyayê hebikî din bijîn dikarin temamê malên xwe bidin. Lê şehîd ji bo bi zûtir bigihîjin maşûqê xwe canê xwe feda dikin. Ji ber vê jî biqîmet in.”
“Divê em hişmendîya şehadetê hînî xort û qîzê xwe bikin”
Çelîk di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku nifşê ciwan pir bi jiyana dinyayê ve girêdayî ye û diyar kir ku di vî warî de berpirsyariya dê û bav in û wiha got: “Xeyalên xortên me yên niha yên 50 salî hene. Gelî dê û bavan, sucdar em in. Çimkî me van zarokan bi dinyayê ve girêdan. Ger em kultira şehadetê bigirin, nikare tu civak benda koletîyê li me bixe.”
Di dawîya bernameyê de ji bo şehîdan dua hat kirin, ji bo berxwedana Filistînê û erdnîgarîyên mezlûm peyamên piştgirîyê hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Xelîlîya Rihayê ji malekî re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di êrîşê de mêr û jinekî canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Herêma Kurdistanê zîyaretan pêk anît, di zîyaretê de Serokê Giştî yê PDKê Mesud Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hat cem hev.
Welatîyên ku li Taxa Gultepeya Êlihê dijîn, destnîşan kirin ku her şev li hember sîteye wan mirovan bi wesayîtên xwe têne û bi dengên bilind kilama gohdar dikin, eraq û tiryakê dixwin, bi vê şeklê jî derdorê xwe aciz dikin.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di peyama xwe ya derheqê salvegera 33emîn a Qetlîama Xocalîyê de weha got, “Ez ji gelê Ezerbaycana ku di rojên baş û xerab de wek bedenekî ne re şîna xwe pêşkêşî dikim.”