Qezenca kermesa ku ji teref Klûba Ciwanên Zanyar ve di Zanîngeha Dîcleyê hatibû tertîpkirin de hat bidestxistin, ji bona ku ji Xezzeyê re bê gihaştin teslîmî rayedarên Weqfa Êtîman kir.
Klûba Ciwanîya Zanyar, hefteya borî ji bo xêra Xezzeyê di Zanîngeha Dîcleyê de ji bo 2 rojan kermesek vekiribû. Nêzê 150 hezar Lîreya ku ji kermesê hatibû bidestxistin, bi hêvîya feydebûna ji Xezzeyê re bi navbeynkarîya Weqfa Êtîman bexşê Xezzeyê kir.
Xwendekarên Klûba Ciwanîya Zanyar li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê Weqfa Êtîman zîyaret kirin û ji teref Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Unsal ve hatin pêşwazîkirin.
Unsal ji ber ev xebata wan ji xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê re spasîyên xwe şand û qezenca ku hatibû bidestxistin bi meqbûza ku Klûb birîbû teslîm girt.
Serokê Klûba Ciwanîya Zanyar Yakup Tunç derheqê xebata ku kirin de agahî da û îfade kir ku ew diwazin çiqas be jî bila ev qezenc ji bo Misilmanên Xezzeyê re bibe derman.
Tunç, “Hefteya borî me li Zanîngehê ji bo fêydeya Xezzeyê kermesek tertîp kir. Xûşk û birayên me yên wisa hebûn ku xûya nedikirin lê keda wan ketibû nav vê xêrê hene. Xwedê ji hemû kesên ku keda wan ketîye nav kermesê razî be. Me îro nêzê 150 Lîreyê ku ji kermesê bidestxistibû teslîmî Weqfa Êtîman kir. Înşaallah ew ê bighêje xûşk û birayên me yên Xezzeyê, ew ê ji wan re bibe derman û hêvî. Ji Weqfa Êtîman re jî ku di vî xebatê de ji me re bûbûn alîkar sipas dikim. Em li ser hîsabên medyaya civakî jî dibînin ku Weqfa Êtîman ji Xezzeyê re çi alîkarîyan dike. Wê bi îzna Xwedê ew ê ev pere jî ji wan xûşk û birayên me re bighêje.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rojeva Qabîneya ku îro di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bê lidarxistin, aborî be.
Ji ber barîna berfa ku bi şev li navenda bajêr û cîhên bilind ên bajêr tesîrdar bû, di çûn û hatinê de astengî derket.
Li navçeya Miksa Wanê ji ber qeşa û cemedê îro ji perwerdeya çûnûhatinê re navber hat dayîn.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ragihand ku der barê Tanju Ozcanê Serokê Şaredarîya Boluyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.