Di doza ku li Dîyarbekirê Narîn Gûran a 8 salî hat qetilkirin de, ji bo dîya Narînê Yuksel Gûran, apê Narînê Salim Gûran û birayê mezin Enes Gûran cezayê muebbetê hat birîn, li Nevzat Bahtiyar jî 4 sal û 6 meh ceza hat dayîn.
Narîn Gûran a li navçeya Rezan a Dîyarbekirê ji mala xwe derket û careke din venegerîya, piştî windabûna 19 rojan di nava çewalekî de li nêzî mala xwe bi mirîkî hatibû dîtin.
Di tehqîqata kuştina Narînê de dayîk Yuksel, birayê Narînê Enes, apê Narînê Salim Gûran û îtîrafkar Nevzat Bahtiyar wek girtî tên darizandin.
Danişîna duyemîn a dozê li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîyarbekirê di roja sêyemîn de bi dawî bû.
Karên parastina bersûcan bi dawî bû.
Dadgeh ji bo biryarê di saet 21.00an de careke din civîya.
Dayika Yuksel, birayê Enes, apê Salim Gûran û îtîrafkar Nevzat Bahtîyar anîn salona dadgehê.
Ji bo Dayîka Narînê Yuksel Gûran, apê Narînê Salim Gûran û birayê mezin ê Narînê Enes Gûran cezayê muebbetê ku hatîye girankirin û 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtîyar hate birîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Hekîmxanê di bin xirbeyan de cenazeyê kesê bê can ê ku ev 3 roj bûn agahî jê nadihat girtin hat dîtin.
Gelê Êlihê ku piştgiriya xwe ya ji bo Xezzeya ku di bin êrîşên rejima îşxalker a siyonîst de ye bi meşeke meşaleyî nîşan dan, careke din bal kişandin ser qrîzên însanî yên ku li Xezzeyê tê jiyîn.
Ji ber berfa ku li Wan û Bidlîsê bênavber dibare heta niha rêya 221 gundan hat girtin.
Li Behra Spî di mezinahîya 4.3yan de erdhejek pêk hat.