Di salvegera teşebûsa derbeyê de li 81 bajaran sela hat xwendin

Selayên ku bo 9 sal berê di dema teşebûsa derbeya ku ji teref FETOyê ve hatibû lidarxistin de hatibû xwendin û ji gel re bûbû moralek, di seat 00.13an de li giştîyê Tirkîyeyê di 90 hezar camîyan de di heman demê de hat xwendin.
Ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve di salvegera teşebûsa derbeyê de li giştîyê Tirkîyeyê sela hat xwendin.
Di çarçoveya bernameya ku ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve hat lidarxistin de, dengê selayê ku di teşebûsa derbeya 15ê Tîrmehê de ji gel re bûbû moral û ji wan re rihê yekîtîyê û hêzeke menewî dabû, di seat 00.13an de li hemû camîyên Tirkîyeyê hat xwendin.
Serokê Karên Dîyarnetê Alî Erbaş jî, li Camîya Kocatepeya Enqereyê selayê xwend.
Li gorî bernameyê ceryanên hemû mînareyan jî heta serê sibehê vekirî hatin hiştin. Di sibeha 16ê Tîrmehê de jî bernameyên “Hevdîtinên Nimêja Serê Sibehê” hatin lidarxistin.
Selayên ku di dema teşebûsa derbeya FETOyê ya 15ê Tîrmehê ku bi piştgirîya Emrîkayê ve hat lidarxisitn de hatin xwendin, bûbû nîşana serfirazbûna li hember derbeyê.
Bi vê minasebetê di her salveger teşebûsa derbeyê de xwendina selayê bû kevneşopîyek. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, li ser êrîşên li ser Sûrîyeyê got, "Divê welatên herêmê li hember polîtîkayên êrîşkar ên rejîma terorîst a siyonîst ku veguheriye îşxaleke fiîlî bêdeng nemînin."
Li navçeya Erxenî ya Dîyarbekirê, mirovek ku dixwest derbasî alîyê dinê bibe wesayît lê qelibî, dema qezayê ji teref kamerayên dikanekî ve hat kişandin.
Şewata daristanê ya ku doh piştî nîvro li navçeya Şarkoy a Tekîrdaxê dest pê kir, di bin tesîra bayê de bi lez belav bû û gihîşt devera gundewarî ya Kavakkoy a navçeya Gelibolu ya Çanakkaleyê. Sedema şewatê hêna jî nehatiye diyarkirin.
HUDA PARê, di salvegera teşebûsa derbeya xaîn a 15ê Tîrmehê de peyameke biniviskî belav kir.