Di şerê ku li Mêrdînê di navbera du dikandaran de derket de 13 kes hatin girtin
Li navçeya Qosera Mêrdînê, di navbera du dikandarên zêrfiroşt de şer derketibû û di encamê de Ulaş Delener (45) canê xwe ji dest dabû, di encama xebatên tehqîqatê de ji 27 şikdaran 12 kes hatin girtin.
Bûyer, li Meydana Cumhurîyet a li Taxa Nû ya Qoserê, di 27ê Mijdarê de pêk hatibû.
Li gorî îddîayan, di navbera 2 dikandarên zêrfiroşt de, ji ber motora klîmayê ku li ber dikanê dihat montajkirin nîqaş derket.
Nîqaşa ku mezin bû, ji şerê bi dar û kulman re vegerîya.
Di encamê de Ulaş Delener, Şîrîn D. (35) û Abdurrahman A. (51) birîndar bûbûn.
Mirovên birîndar ên ku bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin, ji wan Ulaş Delenet canê xwe ji dest da.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hatibû destpêkirin û di encama tehqîqatê de ji 17 şikdaran 13 kes hatin girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navenda Erziromê di wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.
Kabîne îro li Beştepeyê dicive, hat îfadekirin ku ew ê rojeva Kabîneyê pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror", Budçeya 2026an, aborî, sîyaseta derve û mijara Sûriye-HSD/PKKê jî bin.
Serokê PDKê Mesûd Barzanî ji bo beşdarî 4emîn Sempozyûma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ya li Şirnexê tê lidarxistin bibe hat Tirkiyeyê.