Di teqîna li kompleksa sporê ya li Êlihê de: 2 mirî, 11 birîndar
Li Êlihê di komplekseke sporê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek çêbû û piştî teqînê şewat derket. Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 jê îtfaîyevan 11 kes jî birîndar bûn.
Bûyer, li komplekseke sporê ya taybet a li Taxa Gultepeyê ya navenda Êlihê pêk hat.
Hat îfadekirin ku di kompleksê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek çêbû û piştî teqînê şewat derket, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 jê îtfaîyevan 11 kes jî birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Walîyê Êlihê Ekrem Canalp ji cîhê bûyerê re hat û derheqê meseleyê de daxuyanîyek da.
Canalp weha got, “Mixabin di komplekseke sporê ya taybet de şewat derket. Di encama şewatê de 11 welatîyên me tesîrdar bûn. Niha rewşa 9 welatîyên me normal in. Rewşa welatîyekî me giran e û yên dinê jî ber bi başîyê ve diçe. Hemî midaxeleyên hewce têne kirin.”
Canalp îfade kir ku di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kesekî din ê ku di şewata ku li salona sporê ya li Êlihê derket de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da. Bi vê şeklê hejmarê mirîyan gihîşt 3 kesan.
Komîteya Stratejîk a Sîyasî û Parastinê, ku di çarçoveya Peymana Parastina Hevpar a Mekkeyê ya di navbera Tirkîye, Pakistan û Erebistana Siûdî de hatiye îmzekirin, ew ê civîna xwe ya ewil li Stenbolê li dar bixe.
Li navçeya Înegol a Bûrsayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn, mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.