Komîteya ewil a Peymana Parastina Hevpar a Mekkeyê li Stanbolê dicive
Komîteya Stratejîk a Sîyasî û Parastinê, ku di çarçoveya Peymana Parastina Hevpar a Mekkeyê ya di navbera Tirkîye, Pakistan û Erebistana Siûdî de hatiye îmzekirin, ew ê civîna xwe ya ewil li Stenbolê li dar bixe.
Civîna ku wê wezîrên derve û parastinê û serokên fermandariyên her sê welatan bîne cem hev, tê texmînkirin ku nexşerêyek nû li ser mijarên wekî pîşesaziya parastinê, hilberîna hevbeş, têkoşîna li dijî terorê û baştirkirina hevahengiya hêzên çekdar diyar bike.
Pêşangeha "Hevkariya parastinê ya Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî": "Di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de merhaleyeke nû ye"
Tê texmînkirin ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Sererkan Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu ji Tirkiyeyê beşdarî civînê bibin.
Tê texmînkirin ku Wezîrê Derve Muhammed Ishaq Dar, Wezîrê Parastinê yê Federal Xawaca Muhammed Asif û Serfermandarê Artêşê Marşal Asim Munir nûnertiya Pakistanê bikin, di heman demê de tê texmînkirin ku Wezîrê Derve Feysel bin Ferhan, Wezîrê Parastinê Xalid bin Selman û Serfermandarê Artêşê General Fayyad Bin Hemed Al-Ruweylî jî beşdar bibin.
Rojeva komîteyê dê mijarên ewlehiyê yên herêmî û navneteweyî, û her weha pêşxistina şiyanên parastinê yên her sê welatan be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kesekî din ê ku di şewata ku li salona sporê ya li Êlihê derket de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da. Bi vê şeklê hejmarê mirîyan gihîşt 3 kesan.
Li Êlihê di komplekseke sporê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek çêbû û piştî teqînê şewat derket. Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 jê îtfaîyevan 11 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Înegol a Bûrsayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn, mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.