Li Nevşehîrê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Qeza, li Çarrêya Nîgdeya ser Ceddeya Mîllî Îrade ya Taxa 350 Evleran pêk hat.
Hat îfadekirin du wesayîtên ku navê şofêrên wan nehat hînbûn ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 2 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li Kullîyeya Serokkomarîyê qebûl kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, wê li ser daweta Serokkommarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve îro were Tirkîyeyê.
Îbrahîm Kizmazê xwedîdozvanekî mezin ku bi navê “Îbrahîm Xoce” tê naskirin, di salvegera 33 sal in ku ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin de ji teref hevaldozên wî ve li ser gora xwe hat yadkirin.
Li Wanê ji seatên êvarê ve berf tesîrdar bû û bajarê spî kir. Ji ber barîna berfa zêde ji bi sedan rêyên îskanan ji çûnûhatinê re hatin girtin, li navçeyekî jî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.