Encamnameya Hevdîtina Aliman a 10emîn hat eşkerekirin

Encamnameya 17 maddeyan a Hevdîtina Aliman a 10emîn, bi mijara "Êrîşên Îdeolojîk li ser Nirxên Me yên Îslamî", bal kişand ser êrîşên li ser malbatan û berpirsiyariyên Misilmanan li hember tevgerên cûda yên îdeolojîk, nemaze yên ku ji hêla ciwanan ve tesîrdar dibin, tekez kir.
Hevdîtina Alimanan a 10emîn, ku ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve bi beşdariya alim û akademîsyenên ji deverên cuda yên cîhanê, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê ve hate lidarxistin, di du rojan û sê rûniştinan de pêk hat.
10emîn civîna salane ya akademîsyenan li Hola Konferansê ya Mizgefta Selahaddîn Eyûbî ya li navçeya Yenîşehîrê ya Dîyarbekirê bi mijara "Hewldanên Îdeolojîk ên Li Ser Nasnameya Me ya Îslamî" hate lidarxistin.
Kesayetên navdar ên wekî Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Berdevkê HAMASê yê Filistînî Fewzi Berhûm, rêveberê HAMASê Sami Ebû Zuhrî û Serokê Yekîtiya Alimên Filistînî Dr. Newaf Tekrurî beşdarî bernameyê bûn û axaftin kirin.
Piştî rûniştina dawî ya bernameyê ya îro, encamnameya bernameyê bi 17 maddeyan û bi zimanên Erebî, Kurdî û Tirkî bi raya giştî re hate parvekirin.
Temamê Encamnameyê wiha ye:
“ENCAMNAMEYA HEVDÎTINA ALIMAN A 10EMÎN A BI MIJARA ÊRÎŞÊN ÎDEOLOJÎK ÊN KU LI HEMBER NIRXÊN ME YÊN ÎSLAMÎ TÊN KIRIN
Hemd ji Xwedayê Rebbê alemê re be. Selat û selam li ser Resûlê Xwedê Hezretî Muhammed, li ser malbat û eshabê wî be.
Hevdîtina Me ya Aliman a 10emîn ku bi mijara “Êrîşên Îdeolojîk ên ku li Hember Nirxên Me yên Îslamî Tên Kirin” di dîroka 11-12ê Cotmeh/H. 19-20ê Rebîulewwel de bi beşdarbûna gelek alimên ji bajar û welatên cuda, li Diyarbekirê hat tertîpkirin. Em encamnameya ku di encama vê hevdîtin û mizakereyên bibereket de derketîye bi maddeyan pêşkêşî alema Îslamê dikin.
بسم الله الرحمن الرحيم
فَأَقِمْ وَجْهَكَ لِلدِّينِ حَنِيفًا ۚ فِطْرَتَ اللَّهِ الَّتِي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَا ۚ لَا تَبْدِيلَ لِخَلْقِ اللَّهِ ۚ ذَٰلِكَ الدِّينُ الْقَيِّمُ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ (الروم : 30)
1- Alim warisê Pêxemberan in. Ev mîras, di nav xwe de tenê wezîfeya teblîx û îrşadê nahewîne; di heman demê de wezîfeyên wek; muhafezekirina exlaqê ya ji xerabûnê û muhafezekirina bawerîyê ya ji jirêderketin û delaletan û her wisa tevgera li gorî feydeya mesleheta dînî û cîhanî ya ummetê jî di nav xwe de dihewîne.
2- Mescîda Eqsa û Qudsa ku di Qurana Pîroz de wek bimbarek hatine wesfandin ji pîrozbahîyên ummetê ne. Ev muqeddesat îro di bin îşxala wê komê de ye ku ew kom di Qurana Kerîm de hatiye le’netkirin. Mucahidên Filistînî bi Tofana Eqsayê farîzaya cîhadê pêk anîn da ku dawî li vê îşxalê bînin. Ji ber wê yekê li gorî bawerîya me lazim e ku em destekê bidin wan.
3- Gelê Kurd piştî ku Îslamê qebûl kirîye, hem bi ferdî hem jî bi civakî nasnameya xwe ya însanî û şexsî li gorî bawerîya Îslamê şikilandiye. Di encama vêya de jî xwedîderketina li dînê Îslamê, wefadarî, hîssîyata şermê, hezkirina îlmên Îslamî û piştgirîya civakî bûye taybetîyên bingehîn ên şexsîyeta Îslamî.
4- Di nav gelên Misilman de divê nasnameya Îslamî li ser nasnameya qewmî û hemû aîdîyetan de be. Bawerîya me “Biratîya Îslamê” mîna sîwaneke ku temamê qewman di bin banê xwe de dihewîne û muhafeze dike derxistiye pêş.
5- Îdeolojîyên ku ji bo alternatîfên Îslamê hatine pêşkêşkirin, li hember nirxên malbatê ya kevneşopî û Îslamî ya Kurdan herbekî dijwar dan destpêkirin. Gelê Misilman, ji ber van îdeolojîyan şaşwaz bûye û nizane çi hatîye serê wî. Bi navbeynkarî û destê van îdeolojî û rêxistinan jiyana herî bêexlaq a cîhanê li ser Kurdan hatîye ferzkirin.
6- Malbat, di Îslamê de wek çavkanîya hizûr û ewlehîyê, di nav civakê de jî wek binhega herî saxlem tê qebûlkirin. Parastin û biqewetkirina malbatê jî encax di bin ronahîya îlkeyên exlaqî û sazkirina civakeke li gorî Îslamê de mimkin e.
7- Zeîfbûna têkilî û ragihandina navmalbatî, zerardîtina sîstema nirxan, ferdîbûna zêde, ferzkirina çanda xerckirinê, tesîrên xeraker a çanda çapemenî û dîjîtalê wek unsurên mezin ên ku sazîya me ya malbatê tehdîd dikin derdikevin pêşîya me.
8- Di demên dawîn de li welatê me “zîna” û jirêderketîya hevcinsî ku ji dewrên ewil a dîrokê vir ve ji gunehên kebaîr in û di civakê de hatibûn qedexekirin, hatine serbesthiştin. Divê bi lez û bez dev ji vê serbestberdana ku zerarê dide sazîya malbata me were berdan û ji nû ve were qedexekirin.
9- Divê li hember weşanên ku zerarê didin nirxên malbatê, polîtîkayên çandî werin pêşvebirin. Di vî warî de jî wezîfeyeke mezin dikeve li ser milê çapemenîyê.
10- Temamê weşanên ku ji bo ecibandin û eleqeya gel tên amadekirin û pêşkêşkirin, guherîn û veguherîna ku bi lez di nirxên exlaqî û çandî de pêk tên; lazim e ku bi nirxên Îslamî û hêvîyên exlaqî ya civakê re lihevkirî be. Ji bo parastina nirxên me ev mesele gelek zêde muhîm e.
11- Gotin û sekina dînî ya mewcûd, ji bona ku ciwan li hember zorîtîyên ku ev çaxa modern tîne ber wan serfiraz bibin ne bes in. Ji bo vêya jî sekinek bi dîyalog, zimanekî munasîb û metodeke nû lazim e.
12- Sekulertî bes ne tercîheke entelektuel e. Ev tişt di heman demê de projeyeke siyasî û çandî ye ku pê aîdîyeta dînî tê zeîfkirin, xort û ciwan ber bi nirx û jiyaneke xeyrî Îslamî ve tên kişandin. Lazim e ku di nav civakê de bi şiklekî sîstematîk qala vê yekê bê kirin da ku însan ji vê yekê haydar bin.
13- Li hember “lêkirina nasnameyeke bêdîn” a ku îdeolojîyên beşerî li ser xelkê Misliman didin ferzkirin; hewce ye ku medrese, sazîyên îlmî û çandî werin pêşvebirin û biqewetkirin. Divê nirxên hevpar ên ummetê ji nû ve û bi şekleke xurt bên anîn rojevê.
14- Şopandina pêvajoya perwerdehîyê ya zarokan gelek muhîm e. Divê dê û bav û mesûlên zarokan li hember talûkeyên êrîşên îdeolojîk û çandî werin bişiûrkirin.
15- Pêwîst e ku Misilman, medyayê bes ne ji bo tertîpkirina waaz û konferansan saz bikin; her wisa lazim e Misliman hinek platformên wisa saz bikin da ku ev platform xîtabî alema ciwanan bike û ji wan re nirxên exlaqî yên bilind pêşkêş bike.
16- Bi armanca bi qewetkirina şiûra exlaqî û dînî divê dibistan, zanîngeh û navendên çandî û ulema bi hev ra xebatekê bikin.
17- Dema ku alim mesulîyetên xwe bicîh bînin; ciwan jî li nasnameya xwe ya Îslamî xwedî derkevin; ew ê ummet bibe xwedî hêz û qewwet ku xwe nû bike û ewladên xwe muhafeze bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûniştinên yekem, duyem û sêyem ên Hevdîtina Aliman a 10emîn, ku ji teref Yekîtiya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve hatiye organîzekirin, bi beşdarbûna alim û akademîsyenên ji çar aliyên cîhanê, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê, hatin lidarxistin.
Hevdîtina Alimanan a 10emîn, ku ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve bi beşdariya alim û akademîsyenên ji deverên cuda yên cîhanê, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê ve hate lidarxistin, di du rojan û sê rûniştinan de pêk hat.
Dr. Îmad Guwanî ji Herêma Kurdistana di Hevdîtina Aliman de axivî û bal kişand ser berpirsiyariyên Misilmanan û destnîşan kir ku Ummeta Îslamî di serdemeke pir dijwar û pir hessas de derbas dibe.