Fatûreyên avê yên zêde ji fatûreyên ceryanê zêdetir bûn

Piştî zema ku DİSKÎ li Dîyarbekirê pêk anî, gotina "ji avê erzantir" di nav gel de hema bêje bûye dîrok û fatûreyên avê yên ku bi qasî du qat ji yên mehên berê zêdetir in.
Reqemên ku di fatûreyên Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Dîyarbekirê (DİSKİ) ya vê mehê de hatine nîşandan, xelkê bajêr şok kirin. Hinek welatiyan diyar kirin ku fatûreyên wan ên avê vê mehê du qat ji mehên berê zêdetir bûne, û hinekan jî gotin ku ew sê qat ji fatûreyên avê yên berê zêdetir bihatir bûne.
Ji bo meha Gulanê ya îsal, fîyeta yekîneya metrekupî ya avê ya merhaleya yekem ji hêla Entabê (GASKİ) ve 27.80 TL û ji hêla ŞUSKİ ve li Rihayê 20.73 TL hat destnîşankirin, lê li Dîyarbekir, fîyeta yekîneyê ji bo 1-18 metrekupî ji bo xaniyan 29.43 TL, ji bo 19-26 metrekupî 32.38 TL û ji bo zêdetirî 27 metrekupî 35.57 TL bû, ku ev rêjeya herî bilind di nav şaredariyên mezin de ye.
Welatiyan li hember mîqdarên zêde yên ku di fatûreyên meha Gulanê de hatine nîşandan bertek nîşan dan û diyar kirin ku sozên ku di hilbijartinan de hatine dayîn bi kirinan re li hev nakin.
"Fatûreya avê ji fatûreya ceryanê bihatir e"
Kadrî Yeloğlu, ku got fatûreya wî ya avê di mehên berê de 700-800 TL dihat vê mehê jî 1200 TL hatîye, "Ev zam ew zam bûn ku ji serdema qeyûmê mabûn û dema ku li gorî şaredariya nû bû, wan ew zêde kirin. Ez teqawît bûme. Ez 14 hezar TL meaş distînim, ev meaş çawa têrê min bike? Mala min ne kirê ye, ji ber vê yekê teqawîdbûyîyên ku di xaniyên kirê de dijîn dê çawa bi vê meaşê îdareya xwe bikin? Ji ber vê yekê çima meaşên teqawîdbûyîyan zêde nakin?"
Ensar Çelîk diyar kir ku fatûreya avê ji fatûreya xeryanê zêdetir e û got, "Fatûreya min a avê li dora 700-800 Lîreyî ye, ji fatûreya ceryanê zêdetir e. Em nikarin serê xwe jî bişon. Ez bi hemaltîyê îdareya xwe dikim. Yewmîya ku ez rojane qezenc dikim têra me nake, 6 zarokên min hene, çawa qîm bike?"
"Fatûreya avê ya ku çend meh berê hat 1000 TL bû, vê mehê bû 5000 TL"
Sûleyman Pasin bal kişand ser cudahiya di navbera fatûreyên vê mehê û yên mehên berê de hatine derxistin û got:
"Dema ku em fatûreyên berê bi fatûreyên piştî zêdekirinê re didin ber hev, gelek ferq heye. Taxa ku em lê dijîn ji bo malbatên feqîr minasib e. Yên ku budceya wan heye dikarin van fatûreyan bidin, lê yên ku budceya wan tune ne nikarin bidin. Divê dewlet li ser vê pirsgirêkê tedbîran bigire. Fatûreya min a avê ya dawî 840 TL bû. 840 ji bo malbateke ji çar kesan fatûreyek pir zêde ye. Dema ku hûn ceryan û dravdanên navber lê zêde bikin, lêçûnên me pir zêde dibin. Ez bi meaşa herî kêm dixebitim û ev ji bo min têrê nake. Divê em di nav rojê de serê xwe bişon û firaxan bişon. Restoranta ku ez lê dixebitim vê mehê 5 hezar TL fatûreya avê hatîye. Çend meh berê, fatûreyek 1 hezar TL ji min re dihat."
"Zêdebûna fatûreyên avê welatiyan pir aciz kiriye"
Sûleyman Bûyûm bal kişand ser berteka li dijî rêveberiya şaredariyê piştî zêdebûna bihayên nehevseng û destnîşan kir ku komên ku ji hêla îdeolojîk û xizmetguzariyê ve piştgirî dan şaredariyê bêhêvî bûn.
Bûyûm got, "Fatûreya avê ji fatûreya ceryanê derbastir bûye. Her çend em avê kêmtir bikar tînin jî, fatûre hîn jî pir zêde ne. Beriya hilbijartinê, hemî partiyên sîyasî soz didan ku dema şaredariyê bi dest bixin dê zêdebûn çênebe. Hinek ji kesên ku di hilbijartinan de deng dan bi îdeolojîkî deng dan, hinekên din jî bi awayekî xizmetguzarî deng dan û li gorî wê hilbijartinên xwe kirin. Gelek ji wan kesên ku bi îdeolojîkî û xizmetguzarî deng dan bêhêvî man. Zêdebûna fatûreyên avê welatiyan wêran kir. Bê av jiyan nabe. Tiştên ku siyasetmedar dibêjin û dikin li hev nakin, û ev yek di me de dibe sedema bêhêvîtiyê. Fatûreya avê ya kargeha pismamê min 5 hezar TL hatîye, û fatûreya avê ya mala min jî nêzîkî 500 TL hatîye. Ceryan gihîşt 270 TL. Bi gotineke din, av du qat ji zemê ceryanê zemtir bû. Em bi zêdebûna domdar a bihayên elektrîkê re hîn bûn, lê zêdebûna ji sedî 50 ya bihayên avê di carekê de me bêhêvî kir." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gundê Xanikêya navçeya Hezexa Şirnexê di sala 2015an de ji teref PKKyîyan ve Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan hatibûn şehîdkirin, herdu şehîd jî di salvegera xwe de li ser gorên xwe hatin yadkirin.
Li ser rêya Xarpêt-Dîyarbekirê 5 wesayît li hev qelibîn, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku di operayona ku li Dîyarbekirê hat lidarxistin de; 3 milyon û 476 hezar kenewîra kok û skunka ku qasî 70 ton esrar e hatîye bidestxistin, 7 şikdar jî hatine bidestxistin.