Goktaş Xoce: Bi qasî ku Xezze di dilê we de bi qîmet e, hûn li cem Xweda û Pêxember jî hewqas bi qîmet in

Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş Xoceyê ku li Dîyarbekirê di bernameya Mewlûda Nebî de axivî got, "Xezze çiqas di dilê we de bi qîmet be, hûn jî li cem Xweda û Pêxemberê wî hewqas bi qîmet in."
Weqfa Evîndarên Pêxember bernameyên xwe yên ku bi “Jîyandin û Fêhmkirina Sunneta Hezretî Pêxember” her sal tertîp dikin vê salê jî bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” tertîp kir.
Mewlûda Nebî ya ku li Qada Newroza Dîyarbekirê hat tertîpkirin bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Gelek evîndarên Pêxember di seatên serê sibehê de qada Newrozê tijî kirin.
Ji derveyê welat jî alim, rîspî, temsîlkarên sîyasî û STKyan beşdarî bernameyê bûn.
Di meydanê de posterên şehîdên Filistîn û Dîyarbekirê hatin daleqandin
Di meydanê de posterên şehîdên Filistînê wek Fermandarê Giştî yê Tûgayên Qessam Muhammed Deîf, Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye û Yahya Sînwar û Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza hatin daleqandin. Xeyn ji şehîdên Filistînê posterên şehîdên Dîyarbekirê jî wek Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Turan Yavaş û Cumalî Guneş jî di meydanê de hatin daleqandin.
Di destê mêvanên Evîndarên Pêxember de alên Tewhîdê û Filistînê hene, tim û tim ji bo Hezretî Muhammed re selat û selaman tînin.
Piştî merş û îlahîyên ku hûnermendên Ajansa Ozlemê xwendin Mele Omer Çelîk peyama weqfê xwend û di peyamê de bal li ser meseleyên Filistîn, Sûrîye û Xezzeyê hat kişandin.
Di bernameyê de Merwan Ebû Rasê Serokê Komîsyona Yekîtîya Alimên Cîhanê ya Filistînê û Parlamenterê HAMASê jî axavtinek kir.
Paşê Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş Xoce axaftinek kir.
Mehmet Goktaş Xoca ku ji axavtina xwe re bi hamdkirina ji Xwedê re û bi silavşandina ji Resûlê Xwedê re dest pê kir û got: “Alimên berxwedanê yên ku îro mîrasvanên Pêxemberê me ne, bi taybetî Doxtor Merwan Mamoste ku ji Xezzeyê hatine vir, yên ku ji Lubnanê hatine û ev hemû kes alim û alimên berxwedanê ne... Libnan, rêberên berxwedanê yên ku ji Misirê hatine û dîsa birayên me yên ku piştî bi salan di zindanên sîyonîstan de mane, ez berî her tiştî birayên xwe yên ku ji Sûdan, Somalî, Makedonya û Tirkîstana Rojhilat hatine, hemûyan bi rêzdarî silav dikim.”
"Yên ku dibêjin 'Qessam qedîya', yên ku dibêjin 'HAMAS qedîya'! Werin û bibînin!"
Goktaş Xoca, anî ziman ku ev civîn ji bo Dîyarbekirê rûmetek bû û got, "Elhamdulillah, hûn çiqas kêfxweş in! Temsîlkarên herî bedew ên îro yê vî Pêxemberê, rêberên berxwedanê... Çawa ku ew bi xwe pêşengê berxwedanê ye, îro jî mîrasvanên wî pêxemberî li cem we ne. Ji ber ku dizanin, dibînin û dibihîzin, evîna we ya ji bo Pêxember dizanin. Ew ê li ser we biaxivin li her derê. Ew ê ku dibêjin: 'Qessam qediyaye!, ên ku dibêjin ‘Hamas Qedîyaye’ Werin lê binêrin! Erê, ev meydan hûn çawa dibînin HAMAS Û Tûgayên Qessam in. Ciwanên vê meydanê ku ji 17 salî jortir û heta 25 salî tev HAMAS in û Tûgayên Qessam in. Ev ne mesleyekî hêsan e. Bi îzna Xwedê dema ku pêşîya vê gelî bê vekirin, hela ji van Misilmanan re firsedek bê dayîn ku ez vêya ji rayedar û îdarevanan re dibêjim. Li vê derê binêrin, vê meydanê bibînin û li gorî wî hesab û kitêban bikin.”
"Xezze di dilê we de çiqas bi qîmet be, hûn jî li cem Xwedê hewqas bi qîmet in"
Goktaş Xoce wiha got: “Biray û xûşkêm min, ez ji we re dibêjim: Ma hûn qet meraq dikin ku cihê we li cem Xwedê çi ye? Heke hûn li qîmeta xwe ya li cem Xwedê meraq dikin, binêrin Xezze li ber we çî ye, cihê Xezzeyê di rojeva we de çiqas e? Xezze di dilê we de çiqas bi qîmet be, hûn jî li cem Xwedê hewqas bi qîmet in. Heke hûn bibêjin gelo cîhê me ya li cem Pêxember li ku ye, vêya jî weha bipîvin: Zarok û pîrekên Xezzeyê yên ku jiummeta Hezretî Muhammed in li cem we çiqas bi qîmetbin hûn jî li cem Resûlê Xwedê hewqas biqîmet in.”
“We li vê erdnigarîyê da nîşandan ku jîyaneke Misilmanî li cîhanekî bêmisilman çawa tê jîyandin”
Mehmet Goktaş Xoce ku bal kişand ku bi salan e bi bernameyên ku hatine tertîpkirin li hember êrîşên Îslamê hatine sekinandin, “Weke hûn jî dizanin bi salane li her cihê ku Hz Muhammed an jî Qur’an rexne lê hat kirin, serê ewil ê ku rabîye pîya Dîyarbekir e. Beriya Mekkeyê, beriya Medîneyê... Beriya cîhên herî mezin ên dinyayê… we her daîm vêya îspat kirîye. Çîmkî weka ku hinekan zen dikin, hûn ne Misilmanên hezar salî ne, hûn Misilmanên 1440 salîne. We li vê erdnigarîyê da nîşandan ku jîyaneke Misilmanî li cîhanekî bêmisilman çawa tê jîyandin. Elhemdulîllah, ev ne şerefekî hindike.”
“Her tim ji we ji cîhanê re nûr û Îslam hatîye belavkirin”
Goktaş Hoca got, “Bala xwe bidinê, we li cem Xwedê mertebeyeke we ya ewakî heye, meqameke we ya weha heye. Vêya tu dem bîrva nekin.” û wiha dewam kir:
“Û hûn zarokên Selaheddînê Eyyûbî ne, hûn zarokên Bedîuzzeman û Şêx Seîd in, hûn fedaîyên wan ên mihebbetê ne. Bi gotineke din, her tim ji we ji cîhanê re nûr û Îslam belav bûye. Bala xwe bidinê birano! Ey zarokên Firatê, zarokên Dîcleyê! Çawa ku Firat û Dîcle qurt bi qurt erdnigarîyeke mezin avdanê dike, çawa ku axa wî, însanê wî, nebatatên wî, ajalên wî zindî dike, çawa ku bendavên li ser Firat û Dîcleyê hatine çêkirin, her devereke vî welatî ronî dike... Bi Xwedê zarokên vê erdnîgariyê û bi taybetî jî zarokên vê erdnîgariyê bi tevahî, bi heman awayî mirovahiyê ronî kirine.
Bala xwe bidinê! Îro Rojavayê Anatolyayê, Behra Reş, Kafkasya û Mezopotamya... Hemû jî ji aliyê alim, seyda û ustadên van kurdan ve hatine ronîkirin. Bala xwe bidinê! Ji Anadoluyê heta Balkanan... Li ku derê seydayek hebe, li kuderê tesewwûfekî hebe, li kuderê medrese hebe ji vir çûne. Ji Mezopotamyayê çûye. Yanê ji we çûne. Herin binêrin! Niha jî berê xwe bidin aliyekî, niha jî li ku derê li Tirkiyeyê perwerdeya Îslamî, hîndekariya Îslamî, medrese, tekke hebe, teqez ji vir derketiye. Ji Xalid-î Bexdadî çûye. We bi îzna Xwedê li her derê ronahiyek wisa belav kiriye. Yên ku Selaheddîn bi salan li hemberî Seferên Xaçperestan danî, hûn bûn! Ew ji nav we derket!”
“Li hemû cepheyan baldar bin, li hemû cepheyan îmzeya Kurdên Misilman heye”
Goktaş Xoce bi lêv kir ku neviyên Selaheddîn Eyyûbî yên ku bi Seferên Xaçperestan re rû bi rû mane ne tiştekî hêsan e û got, “Ne qediyaye, hêna jî neqediyaye... Hemû karên baş ên li vê erdnîgariyê hatine kirin, hûn li wir in, Diyarbekir li wir in, Kurd li wir in. Li hemû cepheyan baldar bin, li hemû cepheyan îmzeya Kurdên Misilman heye. Li Çeneqqeleyê hûn hene. Li Trablûsê Hûn hene. Li her derê hûn hene. Ev ne tenê bi cîhadê re girêdayî ye. Weka ku min got çavkanîya hemû xweşikahîyan ev der e. Û hûn hene. Hûn ji vê erdnigarîya re dibin hilm, dibin xwîn û dibin can ku vê erdnigarîyê zindî dikin. Cîhê ku hûn neçûne li wê derê hûn bawerbin ku ew der hilweşîyaye. Herin, li rojavaya Anadolîyê binêrin. Her derê ku li wê derê jîyan çêbûye hûn li wê ne.”
“Yên ku herî zêde li dijî Kemalîzm û Marksîzmê sekinîne hûn bûn”
Goktaş Xoce destnîşan kir ku her dema ku cepheya kufrê êrîşî Îslamê kiriye, gelê Kurd ê Misilman yê pêşî li dijî wan sekinîye û got, "Ma ne hûn bûn yên ku herî zêde li dijî vê rûreşiya bi navê Kemalîzmê li ber xwe da? Bi îzna Xwedê yê ku li ber vê yekê sekinîye û berdêla vê yekê da û herî kêm ji ber vê yekê yê ku herî hindik zerarê dîtîye Dîyarbekir e û bajarên bira yên Dîyarbekirê ne. Erê Kemalîzm her derî xera kirîye. Ew nikaribûn biketana van deran. Tiştekî dinê jî heye, gelî birano… hûn tenê bi Kemalîzmê re micadeleyê nekirine. Zêhnîyetekî bîno yê dinê jî heye. Çîye ew zêhnîyet? Marksîzm e. Hûn li hember wan kesên ku xwestin marksîzmê bînin li van axan jî sekinîn. We ji wan re got ‘ew zêhnîyet wê nekeve van axan.’ Û we berdêlan da.”
“Bi îzna Xweda ew ê ku ew zîhniyeta ku malbat, mal û zarokên me xera dike asteng bikin evîndarên Pêxember in”
Mehmet Goktaş Xoce hişyarî da û got, "Birayên min, îro li Tirkiyê û li gelek deverên din, têkoşîna edeb û heyayê heye. Ma hûn xeyal dikin? Îro tiştekî li ser dayik û xwişkên me yên Kurd ku serê neynûkên xwe jî nîşan nadin, tê ferzkirin. Hemû pîsîtî û feraseta ku Trump jî ji welatê xwe re qedexe kirîye, Pûtîn ku fedî dike bike nav welatê xwe, adîtî û sapixtîyê diwazin bikin nav welatê Kurdan. Jê re dibêjin LGBT… xeyn ij we tu kes nikare li hember wan bisekine. Heger hûn li ber wan rabin û tiştekî nebêjin ew ê van deran wêran bikin. Fikr û zêhnîyetekî ewakî dixwazin bikin nav gelê we. Bi taybetî jî ez bang li dayîk û xûşkên xwe yên ku serê wan melhefkirîne dikim, haya we ji we hebe ew dixwazin ku we bi wan rêxistinên ku gemar in re weka hûn bi hev re ne bidin nîşandan. Hay ji xwe hebin, ev tu carî li van deran namîne û bi izna Xweda wê paşde were kişandin, nikaribin bikeve hundir. Bi îzna Xweda ew ê ku ew zîhniyeta ku malbat, mal û zarokên me xera dike asteng bikin evîndarên Pêxember in. Ev bi hezkirina pêxember tê kirin.”
“50 hezar şehîdên me hene, lê ne li welatên îslamî, li gorî rîwayetekî li Ewropayê 649 hezar kesan Îslamê hilbijartîye”
Goktaş Xoce, bal kişand ser qirkirina li Xezzeyê û berxwedana li dijî wê û wiha got:
“Bi hejmara mirov û xaniyên wêrankirî bila kes moralê we xera neke. Bawer bikin ez zêde nakim, HAMAS bi ser ket. Tugayên Qessam bi ser ketin. Îslam bi ser ket. Belê îro 50-60 hezar şehîdên me hene, lê ew şehîdên wisa ne ku yek ji wan nikare derkeve û bibêje ‘Vana beredayî bîle sebeb mirine’ Bi rastî jî berxwedaneke Muhammedî ye, mîna ku Quran ji nû ve tê nazilkirin.
Xwişk û birayên min, ez mizgîniyê bidim we. Belê, 50 hezar şehîdên me hene, lê ne li welatên îslamî, li gorî rîwayetekî li Ewropayê 649 hezar kesan Îslamê hilbijartîye. Ev ne bûyerek hêsan e. Yên li Ewropayê Îslamê hildibijêrin ne mirovên asayî ne; Xwendekarên zanîngehan kesên xwedî entelektuel in. Em ji 7ê Cotmeha 2023an vir va ji dînê Xwedê re herikînekî wisa heye ku em ji vêya re şahidîyê dikin. Birayên min, bawer bikin, heger em biçûyaya Viyanayê, heger Fatîh, Kanûnî, Yavuz yan jî Selahedîn Eyûbî bihatana, bawer bikin, me evqasî nikaribûya wan bigihanda Îslamê. Kê got me winda kir! Ji min re bêje, kî winda kirîye?”
"Tûgayên Qessam maskeyên wan ên gemar xist xwarê"
Goktaş Xoce got ku "Bi vê şeklê wê sîyonîzm jî biqede, wê Emrîka û Ewropayê jî biqede. Çîmkî tiştekî ku bifiroşin nemaye." û her dawîn weha axavtina xwe dawî kir: “Tenê karê wan demokrasî ye, mafê zarokan e, mafê jinan e, mafê kûçikan e... ji Hemû cîhanê re vana difirotin. Tûgayên Qessam maskeyên wan ên gemar xist xwarê. Êdî ew nikarin herin cîhekî. Dema ku ew diçûn cîhekî digotin ‘Me ji we re demokrasîyê anît, me ji we re medenîyetê anît, me ji we re mafê pîrekan anît.’ Hûn bawer bikin êdî tiştekî wan nema. Hûn baş zanibin ku em nehatine ji bona ku xwe deşarj bikin an jî dilê xwe vala bikin. Em hatine li vê derê ku barên nû bigrin ser milê xwe. Ji bona ku ji Xezzeyê re tiştek bê kirin em bang li sîyasîyan dikin; Dîyarbekirê û Êlihê bibînin û li gorî wî xeber bidin. Çîmkî van însanan tiştên nikaribin bikin nabêjin. Vê meydanê, vê bajarê û vê milletê ji bo navê Pêxember gelek berdêlan daye. Ma van însanan ji bona ku Quran neyê bêdengkirin çi nekirin? Bi îzna Xwedê ew ê dîsa heman tiştê bike. Bila şibheya tu kesî tinebe di vî warî de.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Merwan Ebû Rasê Serokê Komîsyona Yekîtîya Alimên Cîhanê ya Filistînê û Parlamenterê HAMASê, di axavtina xwe ya ku li Mewlûda Nebî ya ku li Dîyarbekirê hat tertîpkirin de weha got, “Ey xûşk û birayên min! Eqsa li bêvîya we ye, Eqsa gazî we dike. Ev civaka we ya ku li Dîyarbekirê kom kirîye li Mescîdî Eqsayê jî kom bikin û em bi vê halê we li Mescîdî Eqsayê jî bêvîya we ne.”
Weqfa Evîndarên Pêxember, peyama “Mewlûda Nebî” ya sala 2025an li Dîyarbekirê hat tertîpkirin parve kir. Di peyamê de derheqê meseleyên Filistîn, Sûrîye û Xezzeyê de peyamên balkêş hatin dayîn.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê di Qada Newrozê de bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” bernameya Mewlûda Nebî tê tertîpkirin û ew bername dest pê kir.