Hejmara kesên ku di qezaya keştîyê ya li Gîrneyê de mirin gihîşt 14 kesan
Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo rêwîyên winda yên keştiya ku li peravên Gîrne ya Qibrisê binav bû de, cenazeyê 6emîn hat derxistin. Hejmara kesên ku di encama binavbûna keştiyê de canê xwe ji dest dane gihîşt 14 kesan.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di encama xebatên lêgerînê yên keştiya Fleet Jet a ku li peravên Gîrneyê noq bû û di bin fermandariya Fermandariya Herêma Behrê ya Başûr a Hêzên Behrê yên Tirkiyeyê de ye, cenazeyê kesekî din ji 15 kesan hat derxistin.
Tê gotin ku cenazeyê ku ji behrê hatiye derxistin ji herêma lêgerînê bo Bendergeha Girne hatiye şandin.
Piştî gihîştina keştîyên lêgerîn û rizgarkirinê TCG Işın û TCG Alemdar bo herêmê, hat gotin ku cenazeyê şeşemîn ê ji keştiya binavbûyî hatiye derxistin jî, piştî karûbarên pêwîst, ew ê ji bo Tirkiyeyê were şandin.
Bi vî awayî, hejmara qurbaniyên keştiyê gihîşt 14an û hejmara rêwiyên winda jî 14 ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Erziromê, di qezayeke trafîkê de ku di navbera jîp û karavanekê de qewimî, şeş kes bi sivikî birîndar bûn.
Bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember a Mêrdînê ve ji bo zarokan hate lidarxistin, piştî dewreyeke perwerdehîya nimêjê bi bernameyeke dawîn bi dawî bû.
Li Taxa Korukluyê ya li ser rêya Riha-Akçakaleyê mînîbusek ku karkerên çandiniyê dibir kontrola wesayîtê winda kir û ket nav qenala avdanê.