Heyama qeydkirinê ji bo kotayên hecê yên vala mane heta 18ê Kanûnê hatiye dirêjkirin
Serlêdanên ji bo cihên vala mane di pêvajoya qeydkirina Hecê ya 2026an de dikarin heta 18ê Kanûnê werin şandin.
Li gorî agahiyên li ser malpera Rêveberiya Giştî ya Xizmetên Hec û Umreyê ya Serokatiya Karûbarên Dînî, piştî ku namzedên ku di encama loteriya Hecê ya li ber noterekî de mafê qeydkirina dawî bi dest xistine, di navbera 11-18ê Kanûnê de ji bo kotayên mayî heyamek qeydkirinê ya zêde hatiye dayîn.
Namzetên hecê yên ku hatine qebûlkirin dê bikaribin pêvajoya qeydkirina xwe bi rêya Hikûmeta Elektronîk temam bikin.
Agahiyên berfireh ên derbarê pêvajoya qeydkirina dawî ya ji bo hecê de dikarin ji muftiyên parêzgeh û navçeyan an jî ji navenda bangê ya Rêveberiya Giştî ya Xizmetên Hec û Umreyê werin wergirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Niştecihên Dîcleyê, ji ber pirsgirêkên wekî qirêjiya ava vexwarinê, veguhastin û binesaziyê gazinan dikin û destnîşan dikin ku ava çeşmeyê ji ber heriya zêde nayê bikaranîn û ji ber binesaziya nebaş projeyên çêkirina rêyan bi berdewamî têne dubarekirin.
4 parlamenterên HUDA PARê, ji bona ku micadeleya bi tiryakê re were qewetkirin qanûnek berfireh pêşnîyaz kirin.
Navenda Giştî ya HUDA PARê beriya pêvajoya diyarkirina mûçeya herî kêm a 2026an daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mûçeya herî kêm ne tenê hesabek teknîkî ye, di heman demê de "ceribandinek edalet, dadperwerî û wijdanê" ye jî.
Li navçeya Mehserta Mêrdînê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.