Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê, bal kişand ku şanoya bi navê “Mêrê Jinamin” ku tê xwestin li bajêr bê pêşkêşkirin wek “bêexlaqî” wesifand, destnîşan kir ku di şanoyê de tê xwestin ku bihevrebûna pîrekekî ya bi du zilaman re tiştekî normal e.
Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Leyîstika şanoya bi navê ‘Mêrê Jinamin’ ku bêexlaq e û tê xwestin ji teref Şanoyên Dewletê ve li bajarê me bê pêşkêşkirin, bi qestî sazîya civaka me û nirxên me hedef digre.”
Li ser hîsaba Xê ya partîyê ve daxuyanîyek hat parvekirin û bal hat kişandin ku ev şano ji teref nivîskarekî Xirvatî ve hatîye nivîsandin, li gorî nirxên exlaqî û Îslamî nîne.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin:
“Yên ku li Dîyarbekira bajarê sehabe û pêxemberan bernameyên wiha li dijî Îslamê û adetên me organîze dikin û piştgirî dikin, nîyetên wan ên xerab hene. Projeyên bi vî rengî nirxên exlaqî yên civakê hedef digirin û hewl didin rewşa jinê ku bi du zilaman re bi hev re jiyana xwe derbas bike normal bikin, bi zanebûn in. Li bajarê me sehkirina vê şanoyê ya bêexlaqî sûcek qanûnî ye. Em rayedaran bangî wezîfeyên wan dikin.
Weke HUDA PAR em careke din tekez dikin ku em ê her tim li dijî bernameyên bi vî rengî yên ku avahîya malbata me ya civakî xera dikin û nirxên me yên exlaqî xera dikin bisekinin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku li 9 bajaran li dijî FETOyê operasyon hatine lidarxistin, di encama operasyonan de 41 şikdar hatin binçavkirin.
Li navçeya Pamukkaleya Denîzlîyê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê tirek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî birîndar bû.