Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist û got, “Meseleya Kurd ku yek birînên civakê ku demeke dirêj e xwîn diherikîn e, divê êdî di bin sîya şer û hesabên siberoja sîyasetê de neyê hiştin, ji sîyaseta îstîsmarkirinê re neyê leyîstikkirin. Divê meseleya Kurd, di bingeha welatîbûna wekhev de ji ewlehîya makeqanûnê re bê kirin û bi mayînde bê çareserkirin.”
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist û derheqê rojeva hindir û derve de nirxandinan kir.
Demîr, di daxuyanîyê de nirxandinên partîya xwe yên derheqê Meseleya Kurd, mehaneya teqawîdbûnê û polîtîqayên faîzê de ji raya giştî re parve kir, derheqê êrîşên rejima îşxalker ên li ser Yemenê de jî daxuyanî hat dayîn.
Demîr ji daxuyanîya xwe re derheqê meseleya Kurd de dest pê kir û weha got, “Meseleya Kurd ku polîtîqayên înkar, red û asîmîlasyonên ku ji berê ve dihatin kirin bûye sebeb, digel hinek gavên muspet ku di nav 20 salên dawîn de hatine avêtin hêna jî nehatîye çareserkirin. Meseleya Kurd, bi salan e di navbera rêya ku mirov nikare jê derkeve ya ku ji teref nuqteyên lûtke ve hatine çêkirin de maye. Di alîyekî de nerînekî di nav çarçoveya ‘teror û şîddet’ê de ku ev nerîn meseleyê ji rastîyê dûr dixe; di alîyekî de jî sazîyên ku meseleyê ji bo menfeatên xwe yên îdeolojîk û rêxistinî îstîsmar dikin hene, ev jî gavên ji bo çareserîyê têne avêtin dike nav zor û zehmetîyê. Ev herdu nerîna ku hevdû bêslî dikin; daxwazîyên gelê Kurdan ên di bingeha heq û hiqûqê de têne xwestin di bin sîyan de dihêle.”
“Divê meseleya Kurd di bingeha heq û edaletê de bê çareserkirin”
Demîr weha got, “Meseleya Kurd ku yek birînên civakê ku demeke dirêj e xwîn diherikîn e, divê êdî di bin sîya şer û hesabên siberoja sîyasetê de neyê hiştin, ji sîyaseta îstîsmarkirinê re neyê leyîstikkirin.” Û weha berdewam kir:
“Gavên ku ji bo ‘tesfîyekirina’ pirsgirêka ‘teror û şîddetê’ bêne avêtin binavkirina çareserîyê ya ji bo meseleya Kurd an jî ji bo gavên ku ji bo çareserîyê têne avêtin bê kirin meseleya bazarîyê, weka ku ji çareserîya meseleyê re xêra wî tinebe ew ê raya giştî jî xelet agahdar bike û zemîna îstîsmarkirina meseleyê jî qewettir bike. Ji ber vê yekê divê daxwazîyên mafên bingeh bi tu şeklî ji bo bazarîyê neyê meselekirin; divê meseleya Kurd, di bingeha welatîbûna wekhev de ji ewlehîya makeqanûnê re bê kirin û bi mayînde bê çareserkirin. Çareserîya meseleya Kurd a di bingeha maf û edaletê de, ew ê yekîtî û hevkarîya civaka Tirkîyeyê jî xurt bike, ew ê cîhê êş û janên ku berê hatine jiyandin lêkirina pêşeroj a hevkar bigre.”
Demîr, di nirxandina partîya xwe de derheqê mehaneya teqawîdbûnan de jî axivî û îfade kir ku mehaneya teqawîdbûnê di temînkirina lazimatîyên bingeh ên welatîyan de kêm dimîne.
Hat destnîşankirin ku faîz, zor û zehmet dike ku welatîyên me berê teserrufên xwe bidin razandin û hilberînan, ji ber vê yekê divê dev ji polîtîqaya faîz û dovîzê bê berdan.
“Divê bi lez û bez li hember rejima sîyonîst û fînansorên wî bi fiîlî hereket bê kirin”
Demîr derheqê êrîşên rejima sîyonîst de jî nirxandinan kir û weha got, “Rejima sîyonîst a terorê carekî dinê jî hiqûqa navneteweyî îxlal kir û binesazîya Yemenê hedef girtîye. Daxuyanîya Netenyahuyê serê sîyonîstên qirkeran ku digot tiştên ku anîtine li ser serê Xezze û Libnanê wê ji Yemenê re jî bînin, îtîrafa qetlîamên ku li Xezze û Libnanê pêk anîtîye ye. Digel vê daxuyanîyê li hember rejima terorê çi ji sazîyên navneteweyî çi jî ji alema Îslamê bertekekî mirov bibêje ev bertek e nehatîye dayîn.”
Demîr ku di daxuyanîya xwe de îfade kir, “Em cesareta rûbirûbûna gelê Yemenê ku ji ber li cem Xezzeyê sekinîye berdêl jê re tê dayîn ya bi dijminê sîyonîst re pîroz dikin.” Di dawîya daxuyanîya xwe de weha got:
“Bila neyê jibîrkirin ku bêdengîya welatên herêmê ya li dijî rejima terora sîyonîst, wê bibe sedema belavbûna vîrûsê ya li hemû welatan. Divê bi lez û bez li hember Rejima sîyonîstê qirker ku ti hiqûqekî navneteweyî nas nake, di heman demê de li 3 welatan îşaxlê dike û êrîşî 4 welatan dike û fînansorên wî bi fiîlî dest bi tevgerê bê kirin. Divê di bin navê Teşkîlata Hevkarîya Îslamê de, ji bo rejima îşxalker bi tevî ambargoyê biryara midexeleya fiîlî jî bê girtin û tankên îşxalê ji Libnan, Sûrîye û Xezzeyê bê derxistin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, wê li ser daweta Serokkommarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve îro were Tirkîyeyê.
Îbrahîm Kizmazê xwedîdozvanekî mezin ku bi navê “Îbrahîm Xoce” tê naskirin, di salvegera 33 sal in ku ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin de ji teref hevaldozên wî ve li ser gora xwe hat yadkirin.
Li Wanê ji seatên êvarê ve berf tesîrdar bû û bajarê spî kir. Ji ber barîna berfa zêde ji bi sedan rêyên îskanan ji çûnûhatinê re hatin girtin, li navçeyekî jî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Rojeva Qabîneya ku îro di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bê lidarxistin, aborî be.