Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li Meclîsê li dar xist de weha got, “Di dema ku sermaye tê parastin de eciqandina kedê ya li hember enflasyonê nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em îfade dikin ku divê destheqê kêmtirîna sala 2025an bibe 30 hezar Lîre.”
Di rojên dawîn de hinek şaredariyên CHPê di bin navê qaşo festîvalan de pereyên xerc kirine, ji vê rewşê re jî ji teref xelk, sazîyên civakên sivîl û partîyên sîyasî ve bertek û nerazîbûn têne nîşandan.
Bi mîlyonan pereyên ku ji xelkê feqîr û belengazan têne komkirin di bin navê keyfxweşîyên bê feyde de tê hebakirin.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Enqereyê ya CHPê ji hûnermendan re 412 mîlyon lîre dabû û ev pereya ku hati xerckirin bûbû sebeba bertekên mezin.
Di herî dawîn de Şaredarîya Bûrsayê ya CHPê jî bi mîlyon lîreyan ji bo heykelan avêtibû çopê bi beheneya teserrûfê karê personelê ewlehîya camîyê bi dawî kiribû û ji derûdorên xwedî hassasîyet bi gotinên ji konser û heykelan re heye, ji camîyê re tuneye hatibû protestokirin.
Beradayîya şaredariyên CHPê û bi mîlyonan lîreyan ji hevdu re pêşkêş dikin bertekek jî ji teref HUDA PARê ve hat nîşandan.
Berdevk û Parlementerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli di Meclîsê de civîna çapamenîyê lidarxist û got, şaredarîyên CHPê yê ji ber pereyên gelekî zêde ji festîvalan re xerc dike hesabê vê yekê xelkê jê bipirse.
Ramanli, “Di rojên dawîn de em behsa Serokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Enqereyê ku ji konseran re bi mîlyonan lîre pere xerc kiriye dikin. Gelo ka şaredarîya xelkê? Gelo ka şaredarîya civakî? Şaredartî ji feqîran re çend qirûşan bide û di bin navê konseran re ji çavkaniyên cuda re pereyan pêşkêş bike nîne. Şaredarî derîyê feqîr û fûqereyan e. Ger hûnê îmkanên di destê we de ye belav bikin, ji karên ne hewcedar re xerc bikin ji xwe xelkê hesabê vê yekê ji we bipirse.”
Ramanli bal kişand ku li Tirkiyeyê hema hema li hemû şaredarîyan heman pirsgirêk tê jiyandin. Ji bo di şaredarîyan de îsrafên tên jiyandin bê bidawîkirin bang li rayedaran kir.
Serkan Ramanli, “Îroj dibe ku em Şaredarîya Bajarê Mezin a Enqereyê diaxifin feqet mixabîn karên wiha xerîp, wiha bê mane, wiha bê feyde re mijul dibin û çavkanîyan xerc dikin. Êdî rêveberîyên heremî û şaredarî hewceye wek cîddî bêne kontrolkirin. Îdareyên navendî di aliyakî de xwe kontrol dike lê di alîyê din de îdareyên mehellî li hemberî tiştên dike tu kontrolan nake. Di bin navê organîzasyon û navên cuda de ji çavkanîyên ku têne xerckirin re hewceye ku êdî em bibêjin bes e.”
“Ji ber ku ji qumarê bac tê standin, ew helal û meşrû nabe”
Ramanli îfade kir, “Helbet divê li ser binçavkirina wan kesên ku qumarê leyîstine çend gotin bê axavtin. Pêşî divê ku em ji xwe re vêya îtîraf bikin; meşrû an jî ne meşrû yê qumarê tineye. Ji ber ku ji qumarê bac tê standin ew helal nabe. Divê em bi lez û bez ji eyarên xwe yên febrîqeyê re vegerin. Ji ber ku baca wî nedaye an jî ez berevajîyê wî bibêjim ji ber ku baca wî hatîye dayîn tiştekî ku heram e, tiştekî ku sûc e meşrû nabe, legal nabe ûhelal nabe. Hewceye ku dewlet, hikûmet, hemû meqamên rayedar; li hember van hînbûnên ku li ser hilweşandina exlaqa civakî rolekî mûhîm dileyîze micadeleyê bikin, gerek vana li hember van tiştan astengîyekî çêbêkirana, em wisa dibînin ku van hînbûnên xerab bi backirinê meşrû têne qebûlkirin. Hûn bi standina bacê ya ji pereyê heram û hînbûna xeyrîmeşrû zen dikin ku ji vê miletê re xizmetê dikin? divê em pêşî nirxên xwe bicîh bikin.”
“Em dibêjin ku divê destheqê kêmtirîna sala 2025an bibe 30 hezar Lîre”
Ramanli herî dawîn derheqê destheqê kêmtirînê de jî axivî û weha got, “Ew ê di çend hefteyên pêşîya me de ji bo 2025an destheqê kêmtirîn çiqas be wê civîn û qerar bêne dayîn. Me hefteyên borî jî îfade kiribû, bi teybetî tê qalkirin ku ew ê bi dîrektîfên IMFyê wek telîmatê an jî tewsîyeyên ku têne dayîn ji destheqê kêmtirîn re wê di reqemekî kêmê ku heq dike de zem bê kirin yanê di nav civakê de gotinekî wisa heye. Me berê jî gotibû ku destheqê kêmtirîna sala 2024an hema hema nêzê nîvê wî li hember enflasyonê helîya û çû. Divê li gorî texmînên enflasyona sala 2025an û li gorî rewşa 2024an jî bidin ber çav û li gorî wî zemekî bê kirin û ev jî mecburîyetekî ye. Teklîfa me ev e; her çiqas jî partîyên dinê reqemên cuda tewsîye kirine an jî xwestine em wisa teklîf dikin ku bila herî kêm di pileya enflasyonê de ji destheqê kêmtirînê re zemekî bê kirin li gorî me ev reqem ji bo sala 2025an divê nekeve binê 30 hezar Lîreyî. Çîmkî, em nikarin mirovên ku îdareya xwe bi destheqê kêmtirînê dike li hember enflasyonê bieciqînin. Sermaye, daîma li hember qeweta kar di nav rewşekî avantajê de ye. Di dema ku sermaye tê parastin de eciqandina kedê ya li hember enflasyonê nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em îfade dikin ku divê destheqê kêmtirîna sala 2025an bibe 30 hezar Lîre.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê Mafên Mirovan û Hiqûqê yê HUDA PARê Mahmut Şahîn bi komek parêzeran re piştî îfadeya xwe ya derbarê mijarên "Atatirkçîtî û Kemalîzmê" da hat girtin û ew xistin Girtîgeha Metrîsê Pisporê Onkolojiyê Dr. Mehmet Arslan ziyaret kir.
Li ser rêya Êlih-Hezoyê qezayeke trafîkê pêk hat û 6 wesayît li hev qelibîn, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Di Belgefîlma ku li Herêma Qerejdaxa Dîyarbekirê jîyana şivanîyê bikartîne de qala xwarin-vexwarina şivan, psîkolojî, jîyana çîya, zor û zehmetî û hîssên şivanan tê kirin.