Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Karên Civakî Abdullah Aslan weha got: "Li welat dema ku li Xezzeyê bi milyonan kes di tengasîyên aborî de ne û li kêleka me bi birçîbûnê re rû bi rû ne, pereyên astronomîk ên ku di şeva sersalê de ji hûnermendan re bêne dayîn/hatine dayîn wijdanan diêşîne.”
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Giştî yê Karên Civakî Abdullah Aslan di daxuyanîya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da parve kir de, di vê dema ku di serî de li Xezzeyê bi giştî li çar alîyê cîhanê qetlîam hene û krîza aborî tê jiyandin de, di bin navê bernameyên sersalê de peredayîna ji hûnermendan re bertek nîşan da.
"Ev ji îsraf û xemsarîyê re nîşanekî eşkere ye"
Aslan weha got, "Wekî ku ji parvekirinên li ser medyaya civakî jî tê dîtin, heqê mohra dengbêjên ku dê şeva sersalê derkevin tê dayîn nîşaneya îsraf û xemsarîyê ye! Li welat bi milyonan kes di warê aborî de zehmetîyê dikişînin, li Xezzeyê li kêleka me rastî zehmetî û birçîbûnê tên, di nav vê rewşê de heqê astronomîk ku ji hûnermendan re bên/tên dayîn wijdanan diêşîne.”
Aslan di berdewama daxuyanîya xwe de li ser destheqê kêmtrîn û krîza aborî de balan kişand û weha got, "Her wiha îmtîhana welatîyên me ya bi mûçeya kêmtirîn eşkere ye jî, nayê qebûlkirin ku pereyê ku ji karkeran hatîye qezenckirin bi awayekî bêberpirsiyarî were xerckirin! Lazim e ku her kes hestyarîyê bîva neke û di nav vê şiûrê de evbigere û li hember ev qezenca neheq sekinekî nîşan bide.”
"Ew bi zelalî asta neheqîya civakî eşkere dike"
Aslan bal kişand ser bêedaletîya civakî û weha got: "Qehremanên rastî yên vî welatî ew in ku bi xwîn û xwêdana xwe ji bona ku ji mala xwe re nan bibin micadeleyê didin û dixebitin! Heta ku pirsgirêkên wan neyên çareserkirin, belavkirina bi milyonan pereyên ku di bin navê hûner û şahîyê de, aste bêedaletîya civakî ku gihaştîye li ku derê dide ber çavan. Fêhma ku pêşevanîyê dide van xercaneyan, gelo ew ê çiqas hessasîyet û edaleta civakî nîşan bide!?” (ÎLKHA)s
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî û endamê Komîsyona Teşebbûsên Îqtîsadî ya Kamûya Meclîsê yê HUDA PAR Şahzade Demîr, derheqê destheqê kêmtirîna nû de weha got, “Zema destheqê kêmtirînê ya ji sedî 30 bi tu şeklî nayê îzahkirin. Divê ji vê reqemê bê zivîrandin û zêdebûnekî bal bê kirin.”
Li alîyê Pamukçuya navenda Balikesîrê serwîsekî dibistanê û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 jê giran 26 kes birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 22 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatine lidarxistin, di encamê de 182 kes hatin binçavkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bal kişand ku rêjeya ji nû ve nirxkirina mûçeya herî kêm a nû jî di bin enflasyona salane de ye û weha got: "Nebû, ev hesab xelet e."