Ji bo bakur hişyarîya toz û bahozê hat dayîn
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, hişyarî da welatîyan ku bila ji toz û bahoza ku tê texmînkirin li bakur tesîrdar bibe haydar bin.
Li gorî nirxandinên dawîn li Xarpêt, Dêrsim, Çewlik, Wan, Colemêrg, Bêdlîs û derdorên Riha, Dîyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê tê texmînkirin ku wê toz çêbibe û heta êvarê jî tesîrdar be.
Hat destnîşankirin ku ew ê ev rewş bibe sedema; kêmbûna dûrahîya dîtinê, kêmbûna qelîteya hewayê, di çûnûhatinê re astengî û barana çemûrê.
Xeyn ji vê nirxandinê tê destnîşankirin ku Wan, Colemêrg, Bêdlîs, Êlih, Sêrt, Şirnex û Mêrdîn bi tevî derdorê wan bahozekî çêbibe.
Rayedaran îfade kirin dibe ku ev bahoz bibe sedema xerabûna banan, qulipîna dar û dîregan, ji ber vê yekê bila welatî haydar bin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaxa Cîzîrê ya Weqfa Êtîman, bi nêzîkbûna zivistanê re sêwiyên navçeyê ji bîr nekir û bi temînkirina kinc û pêlavan, pêdiviyên zarokên sêwî yên hewcedar pêk anî.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di operasyonên lêgerîn û desteserkirinê yên li ser sînorê Colemêrgê de 258 kîlo û 999 gram narkotîk hatiye desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê di operasyonên hevdem de bi qasî 7 milyon hebên maddeyên hişber hatine desteserkirin û 8 şikdar hatine girtin.
Ji ber barîna berfa zêde li Wanê, rêyên 102 gundan ji bo trafîkê hatine girtin.