Ji ciwanê 20 salî ku ket nav qenala avdanê xeberek nexweş hat
Li navçeya Farqîn a Dîyarbekirê, piştî hewldanên lêgerînê yên ekîbên xelaskirinê, zilamekî 20 salî ku ketibû nav qenala avdanê, bi qasî 5 kîlometre dûrî cihê ku lê ketibû, di nav sîfonekê de mirî hat dîtin.
Li gundê Dêrûn a navçeya Farqîn a Dîyarbekirê, ciwanê 20 salî M.D. ji ber sedemek nediyar kete nav qenala avdanê.
Piştî xeberdayînê, ekîbên îtfaîyeyê, ekîbên noqvaniyê, AFAD, cenderme û ekîbên tenduristiyê ber bi herêmê ve hatin şandin.
Ekîban li seranserê qenalê operasyoneke lêgerîn û xelaskirinê ya berfireh dane destpêkirin.
Di encama xebatên lêgerînê de, cenazeyê bêcan ê ciwan di nav şebekeyek sîfonê de, bi qasî 5 kîlometreyan dûrî cihê ku lê ket, hat dîtin.
Ekîbên tenduristî destnîşan kirin ku M.D. wefat kiriye.
Ekîbên cendermeyan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtin, lê piştî muayeneya dozgeriyê cenaze ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.
Ji bo diyarkirina sedema rastîn a bûyerê, ekîbên cendirmeyan lêpirsîn dane destpêkirin.
Rayedaran hişyarî dane welatiyan ku li dora qenalên avdanê baldartir bin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li ser rêya Dîyarbekir-Rihayê, di qezaya trafîkê ya zincîrî ya ku çar wesayît tê de bûn de 2 kes birîndar bûn.
Hat îddîakirin ku li Êlihê ji ber kekê ku li saloneke dawetê hatiye pêşkêşkirin, bi qasî 150 kes ji ber jehrîbûna xwarinê nexweş ketine.
Li Meletîyê, di derengiya şevê de nîqaşa ku di navbera du koman de derketibû ji şerê çekdarî re veguherî, di encamê de du kes birîndar bûn û sê şikdarên têkildarî bûyerê jî hatin binçavkirin.