Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Alîkarê Serokê Giştî yê Karûbarên Hiqûqî yê HUDA PARê Mahmut Şahîn diyar kir ku welatiyên Ozbek ji Îmarata ku "wek qereqolê" rejima îşxalker dike jî, tevî ku tê zanîn di bin talûkeya îşkenceya giran an jî kuştinê de ne û îadekirina wan hat dayîn. Pêvajo li dijî peymanên navneteweyî ye.
Şahîn, di daxuyanîya ku li ser hîsaba Xê parve kir de, bibîrxist ku sê Ozbekîyên ku xaxam Tzvi Kogan ku mesûlê paye bilind ê rêxistina Chabada sîyonîst e û di heman demê de li bajara Dubaîyê welatîyê îsraîl/Moldovayê ye kuştine, “Li Stenbolê hatine qefaltin bi lezeke jetê ji Îmaratê re hatine teslîmkirin.”
Şahîdn destnîşankir ku rêxistina Chabadê di qetlîaman de rol digre û temsîlkarê sîyasî ya rêxistinê jî Binyamîn Netenyahu ye, “Herçend tê zanîn welatiyên Ozbek di bin metirsiya îşkenceyên tund û kuştinê de ne û tevî ku proseya radestkirinê li dijî rêkeftinên navdewletî ye, lê ev proseya radestkirinê bo Îmarat hat kirin, ku wek dergeheke îsraîlê ye.”
Şahîdn di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Îcar gelo MÎTê karîbû heman hesasiyetê li hember qatilên siyonîst ên ku zêdetirî salek e li Tirkiyeyê dijîn û hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne û beşdarî qirkirina Xezzeyê bûne jî nîşan bide? Her wiha bi parvekirina li ser torên civakî eşkere kirin ku tevlî artêşa rejîma sîyonîst bûne û cinayetên ku kirine li ber çavên me eşkere bûne. Rojname bi rojan dinivîsand ku bi hezaran sîyonîstên du hemwelatî ji Tirkiyê çûne îsraîlê û bi xwe beşdarî qetlîaman bûne.”
Alîkarê Serokê Giştî yê Karûbarên Hiqûqî yê HUDA PARê Mahmut Şahîn, di berdewama daxuyanîya xwe de weha got:
“Niha divê em bipirsin; MÎTê ji bo van çi xebat kir? Pirseke me ji Hikûmet û Parlamentoyê re heye; Di dema ku rejîma terorîst a îsraîlî her roj bi sedan sivîlan qetil dike, ji bo pêşnûmeya ku partiya me pêşkêşî meclîsê kiriye, derbarê cezakirina du hemwelatiyên ku beşdarî sûcê qirkirinê bûne, bêparkirina wan ji hemwelatîbûnê û tasfiyekirina wan, çi dibe bila bibe, mal û milkên wan bibin qanûn? Îcar medyayên ku vê operasyona hanê bi alav û amûrên mûzîkê radigihînin û ji devê rejîma sîyonîstî bi kar tînin, çi ye? Û gelek pirsên bêbersiv...
Bi xêr û alîkariya Rebbê me Xezze û Lubnan tevî her tiştî li ber xwe didin, lê barê me roj bi roj zêde dibe. Êdî em nizanin çi bibêjin. Xwedê alîkariya me bike…” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li Stenbolê bi endamên Buroya Sîyasî ya HAMASê re civîya.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di seatên serê sibehê de di mezinahîya 4,2yan de erdhejek rûda.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de tekez kir ku Bendava Cizîrê ne tenê wekî projeyek enerjiyê, lê di heman demê de wekî projeyek çandinî, îstihdam û pêşkeftinê jî divê were dîtin.
Koçerên ku havînê diçin zozanên hênik, zivistanê jî diçin herêmên germ, jiyana xwe yên bi hezarsalî didomînin. Koçerên ku li çîyayên navçeya Qabilcewza Êlihê hatin dîtin, qala jiyana xwe kirin.