Ji Şaredarîya Manavgat a CHPê re operasyona bêrêtîyê: Di nav qutîya peqlewayan de 110 hezar Euro derket

Di tehqîqata bêrêtî û bertilê ya li dijî Şaredarîya Manavgat a Entalyayê de 34 kesên ku di nav de Serokê Şaredarîya CHPyî Nîyazî Nefî Kara, alîkarê serokê û wezîfedarên şaredarîyê hene hatin binçavkirin. Hat îddîakirin ku ji bo karên rihsetê bertil hatîye standin û nêzê 800 milyon Lîre qezenca neqanûnî hatîye bidestxistin.
Di tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Manavgatê ve hat lidarxistin de, hat tespîtkirin ku gelek karên ku ji bona îzîn bê dayîn wek rihsat û karên îskanê bertil hatîye dayîn.
Ekîbên Midûrtîya Şûbeya Micadeleya Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê ya Midûrtîya Ewlehî ya Bajarê çar meh şopandina fîzîkî û teknîk bikaranîtin û derheqê 34 kesan de operasyon li dar xistin.
Di nav şikdaran de Serokê Şaredarîyê Kara, alîkarê wî û hinek rayedarên şaredarîyê hene.
Li gorî dosyaya tehqîqatê, tê îddîakirin ku bi navbeynkarîya xwerzê Serok Kara H.C.G. organîzasyona bertilê hatîye meşandin, klûbên sporê û şîrketên paravan ku girêdayê şaredarîyê ne hatine damezrandin û li ser fatorayên sexte 800 milyon Lîre qezenca neheq hatîye bidestxistin.
Hûrgilîyan herî balkêş jî ev e ku li dijî Alîkarê Serokê Şaredarîyê Mehmet Engîn Tuter operasyon hat lidarxistin. Li ser şîkayeta C.C. bi navbeynkarîya polês ve operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de C.C. pereyên bertilê bi nîşankirî teslîmê Tuterê dike. Dema teslîmatê jî bi qemerayên dizî ve hatin kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku Tuter dipirse “Çiqas heye”, C.C. jî bersivê dide dibêje “110 hezar Euro” Tuter jî li ser vêya jî tê bihîstin ku dibêje “Tu ji tu cîhekî re tiştekî nebêje” piştî operasyonê ekîbên polêsan dikevin hindir çenteya li hindir kontrol dikin. Tuter serê ewil derheqê çenteyê de dibêje ku “Hevalê min ji derveyê welat hatîye, bi xwe re çîqolata û eraqê anîtîye.” Encax dema ku di nav qutîya peqleweyan de gelek Euro hat dîtin Tuter jî got, “Min venekirîye û lê nenêrtîye.” Bi vê şeklê xwe parast.
Piştî operasyonê di avahîya şaredarîyê de lêgerîn hat kirin, 34 kesên ku di nav wan de Serokê Şaredarîyê Nîyazî Nefî Kara û alîkarê serokê şaredarîyê jî di nav de ne hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êş û elema Qetlîama Başbaxlar a ku ji wan qetlîamên hovane û wehşîyane yên PKKê bes qetlîamek e digel ku 32 salên ku derbas bûne wek roja ewil kezeban dişewitîne.
Li navçeya Dortyola Hetayê şewata daristanê, bi tesîra bayê bi lez belav dibe.
Weqfa Evîndarên Pêxember bertek nîşanî êrîşa hovane ya kovara qaşo Leman a li ser Pêxemberê me da û bal kişand ku ev êrîş bi taybetî li dijî alema Îslamê ya 2 milyar kesî û bi giştî li dijî hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn hatiye kirin.