Berî ve 13 salan li gundên Bujeh û Roboskîya Qilebanê di bomberana balafirên şer de 34 gundîyên ku zarok jî di nav wan de hebûn canê xwe ji dest dabûn. Ji ser qetlîama Roboskîyê 13 sal derbas bûn, lê hêj kesên berpirsîyarê vê qetlîamê ne, nehatin dîtin.
Di encama bomberana ku ji teref balafirên şer li gundên Bujeh û Roboskîya Qilebana Şirnexê hat kirin de exlebeyê wan zarok tevde 34 kesên siwîl canê xwe ji dest dabûn. Ji ser vê qetlîama ku li Roboskîyê hat kirin, 13 sal derbas bûn. Lê belê hê jî kesên berpirsîyarê vê qetlîamê nehatin eşkerekirin. Kesên ku mexdûr bûne di salvegara 13emîn a qetlîama Roboskîyê de bi bernameyên ku tên lidarxistin tên bibîranîn.
Malbatên kesên ku di qetlîamê de hatin kuştin tazmînata ku dewlet dabû wan red kiribûn û xwestibûn kesên berpirsîyar demildest werin eşkerekirin. Lê belê ev bû 13 sal ku hê jî kesên berpirsîyar nehatin diyarkirin û nehatin darizandin ku ev yek jî êş û kesera malbatan zêde dike.
Di sala 2011an de gundîyan wekî her neqil ji bona debara malbatên xwe derbasî wî rexê sînorê bûbûn û di rêya vegerê de hatibûn qetilkirin. Li gor îddîayan, kesên ku ji wî rexê sînorê bi ber gundê xwe ve dihatin ji eskeran re hat gotin ku kesên ku tên PKKyî ne. Ji ber vê yekê balafirên şer bombe di ser gundîyên ku dihatin de berdan. Di bombebarandina ku hat kirin de 17 jê zarokên 15-20 salî bûn ku tevde 34 kes canê xwe ji dest dan. Ji bombebaranê tenê gundîyek sax filitî bû.
Piştî qetlîama ku hat kirin hikûmet demeke dirêj bêdeng ma û qet tu agahî neda ku ev yek jî bûbû sedema bertekan. Ji ber vê bêdengîya hikûmetê hat îddîakirin ku qetlîama ku hatîye kirin bi heqê wê nayê vêkolînkirin. Her wiha ji kesên mexdûr bi şiklekî fermî jî lêborîn nehat xwestin. Malbatên kesên ku canê xwe ji dest dabûn tazminata ku dewletê da wan red kiribûn û xwestibûn ku kesên berpirsîyar in berî kêlîkê werin peydekirin. Lê belê temamên bangawazî û xwestekên kesên berpirsîyar dernexistin holê.
Her weke ku tê zanîn piştî bûyerê di bunyeya Komîsyona Lêkolîna Mafên Însanan a TBMMê de Komîsyona Jêr a Qilebanê derbarê qetlîama ku hatibû kirin de raporek amedekiribû û di raporê de hatibû destnîşankirin ku di warê bi zanabûn kirina qetlîamê de tu delîl nehatine peydekirin.Ev yek jî tu kesî tetmîn nekiribû û bûbû sedema zêdebûna bertekan.
Malbatên kesên ku di bombebaranê de hatibûn qetilkirin di pêvajoyê de serî li Mahkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê dabûn piştî micadeleya hiqûqê ya ku 7 salan berdewam kiribû de mahkemê qerara redê dabû. Lê belê malbat diyar kiribûn ku ew ê heqên xwe bigerin.
Her weke tê zanîn hikûmet piştî qetlîamê ji bûyerê re bêdeng ma, ji kesên mexdûr lêborîn nexwest û kesên berpirsîyar dernexist holê ku ev tewr û kiryarên hikûmetê bû sedem ku gundî tev xwe bavêjin hembêza PKKê. PKKê jî vê yekê îstîsmar kir û di her xwepêşana ku kir de van malbatan da pêş. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di doza ku li Dîyarbekirê Narîn Gûran a 8 salî hat qetilkirin de, ji bo dîya Narînê Yuksel Gûran, apê Narînê Salim Gûran û birayê mezin Enes Gûran cezayê muebbetê hat birîn, li Nevzat Bahtiyar jî 4 sal û 6 meh ceza hat dayîn.
Sê Mehên bimbarek ku alema Îslamê di nav hesret û kelecanê de li bêvîya wan in û di nav xwe de Şeva Qedrê ku ji hezar mehan xêrtir e dihewîne, di 1ê Çileyê roja Çarşembê de dest pê dike.
Di encama qezaya ku pêk hat de dayîkek û kurê wê canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.
Otobûseke rêwîyan li ser rêya Erzîncan-Sêwasê ji ber barîna berfê gêrê şerempolê bû. Ji cîhê qezayê re gelek ambûlans û ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.