Ji Tirkîyeyê ji Sûrîyeyê re îxracata erdgazê dest pê dike

Tirkîye, di 2yê Tebaxê de ji Sûrîyeyê re dest bi îxracata erdgazê dike, bi vê şeklê ew ê li Sûrîyeya ku rojane 3-4 seat ceryan tê dayîn wê derkeve 10 seatan.
Tirkîye di warê enerjîyê de dest bi alîkarîya Sûrîyeyê kir.
Di vê çarçoveyê de binesazîya erdgazê ku zerarê dîtibû bi temamî hat temîrkirin.
Di 21ê Gulanê de xeta erdgazê ku ji Kîlîsê diçe Helebê ket fealîyetê.
Îxracata ji vê xeta ku rojane dikare 6 metrekûp erdgazê bar bike, wê di 2yê Tebaxê de dest pê bike.
Ev çavkanîya ku ew ê di santrala xaz a li Helebê were şixulandin, ji 1200 megavat ceryanê re were vegerandin.
Bi vê biryarê ew ê li Sûrîyeyê hilberîna ceryanê du qat zêde bibe û rojane ceryana ku 3-4 seat dihat dayîn, bibe 10 seatan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê pitikek H.A., 7 mehî, ji ber ku şîrê dîya wî ket nav qirika wî ya nefesê canê xwe ji dest da.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, li Stenbolê bi lijneya Hamasê ku di serokatîya Serokê Meclîsa Şûra ya HAMASê Muhammed Dervîş de bûn re hat cem hev.
Li gundê Kayaonu yê navçeya Palu ya Xarpêtê, di madeneke taybet a kromê de hilweşînek çêbû.