Ji weşanxaneya ku zewaca civaka Kurd wek “mirin û koletî” dide nîşandan re bertek hat nîşandan
Weşanxaneyekî li Dîyarbekirê, li ser bardaxên ku difirotin derheqê zewacê de nivîsên wek; “Mirin û koletî” nivîsand, ev rewş li ser medyaya civakî bû sedema berteka civakê Kurd.
Weşanxaneya bi navê Pirtukakurdi, bardaxekî ku li ser dihat nivîsandin “Mêr Mirin Koletî” û sê heb dîmenê pîrekan hebû da firotanê.
Weşanxane, bardaxan li ser medyaya civakî da nasîn û ev bû sedema bertekên mezin.
Gelê Kurd jî li ser vê weşanê bertekên xwe nîşan dan û wan rexne û boykot kirin.
Bikarhênerên medyaya civakî îfad ekirin ku malbata Kurd malbeteke mezin e û mêr jî; wezîfeya temîna debarê, parastina malbatê û berdewamkirina neslê ye.
Hinek bertekên bikarhêneran ewakî ne:
“Mufîd Yuksel:
Ev çî rezaletî ye….
Nevvab:
Li ser bardaxê nivîsandine “mêr, mirin, koletî”, bila baxçeya wan kesên ku mêr û jinan dikin qirika hev biharê nebîne, bila rûyê wan roj nebîne.
Karxezal:
Heta @pirtukakurdi lêborînê ji miletê Kurd nexwaze ez wan BOYKOT dikim!
Ev bêrêzî nayê qebûl kirin.
Em wek miletê Kurd,bi jin mêr û zarokên xwe pîroz in. Ne jinên Kurdan mêrên Kurdan layîqê koletîyê nînin.
Ew hişmendî û destên xwe yên genî ji ser miletê Kurd bikişînin!
BOYKOT!
Fexrîye Adsay:
Diruşma yekemîn nîvê emrê me bir, me digo çawa jê xilas bibin, îjar a din derket! Fesibhanela! Van gotinên vala, bêmane, absurd ji kû dibînin?!
Eyshem_Jînda:
Ev çi ye îja?
Armanc çi ye,derd çi ye? Henek be qet ne komîk e!
Ji vê zîhniyetê derkevin êdî. Kes ji kesî ne kêmtir ne jî zêdetir e.
Ji bo hûn zilmekê li holê rakin hûn ne mecbûr in zilmekê din bikin! Jin dayik be mêr bav e. Jin xwişk be,mêr bira ye. Herdu jî perçeyên civakê ne!
Huzeyfe Yalçın:
Vana her dem bi doza ziman û welat xwe wek millet é me dan naskirin. Lé belé kole û bindesté ne dînane. Her dem li dû elmanîya û li dû xwediyé xwe yî ji dil xelké ğerbé diçin. Bune kuçiké wan.
Bahoz:
Me jî digot qey wesaşxaneyekî me yê ku pirtûkên Kurdî difroşin heye, tu nabêjî ew neyarên Kurdan e haya me jê tine! Xwedê bela we bide, koka we ziha bike!
Bereal:
Hun dixwazin mala Kurdan xirabikin?
Hun dibêjin:
Ji mêran re na
Ji zewac û zarokan re na
Ji malbatê re na
Ev ‘Mîlîtan Femînîzm’, dê Kurdan biqedîn e!
Îro, li her derê cîhanê, civaknas û sîyasetvanên bi aqil li dijî vê malkotîyê ne!
Xwedê piçkî mejî bike serê we!
Pîrê Xerabatê:
Mêjî esto?
Xwedê bela xwe bide ehmeqên mîna we!
"Mêr mirin koletî"
"Adam ölüm kölelik"
Gelo li dinyayê kesek siloganek wiha qirêj xistiye nava miletê xwe?
Heta hûn izra xwe ji miletê Kurd nexwazin ez ê ticaran ji we pirtûk nekirim û dijberiya we ez ê bikim! (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaxa Cîzîrê ya Weqfa Êtîman, bi nêzîkbûna zivistanê re sêwiyên navçeyê ji bîr nekir û bi temînkirina kinc û pêlavan, pêdiviyên zarokên sêwî yên hewcedar pêk anî.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di operasyonên lêgerîn û desteserkirinê yên li ser sînorê Colemêrgê de 258 kîlo û 999 gram narkotîk hatiye desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê di operasyonên hevdem de bi qasî 7 milyon hebên maddeyên hişber hatine desteserkirin û 8 şikdar hatine girtin.
Ji ber barîna berfa zêde li Wanê, rêyên 102 gundan ji bo trafîkê hatine girtin.