Komeleya Edeneyê ya Karwana Hêvîyê, ji bo zarokên dibistanên gundan bot, mont û cil û bergên zivistanê belav kir û di van mehên sar û sermayê de dilê wan germ kir.
Komeleya ku her sal alîkarîyên xwe bi sîstematîkî bikartîne vê salê jî xebatên xwe berdewam kir.
Komele vê salê jî ji xebatên xwe re fealîyetên zivistanê zêde kir û ji zarokên gundan re alîkarîyê kir.
Alîkarê Serokê Komeleya Edene ya Karwana Hêvîyê Cevdet Dîzlek, derheqê xebatê de agahîyan da.
“Me ji zarokên dezavantajî re pêşîvanîyê da”
Dîzlek derheqê ehemmîyeta vê xebatên xwe yên ku ji zarokên dibistanên gundan re li dar xistine re de balan kişand û weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê her sal alîkarîya bot û montan dikin, lê vê salê me ji vê kampanyayê re cil û bergên zivistanê jî lê zêde kir. Bi îzna Xwedê me vê salê dibistanên gundan tercîh kir. Di dibistanên gundan de zarokên ku dezavantajîne, di konan de dimînin an jî karkerên çandinîyê ne hene. Me pêşîvanîya xwe da wan. Me piranîya alîkarîyên xwe ji van zarokan re gihand. Kampanyaya me gelek xweş derbas bû. Di van rojên zivistanê de hindik an jî pir me rûyê zarokan kêfxweş kir, ji bo germbûna canê wan û dilê wan em bûn wesîle.”
“Em ji xêrxwazan re teşekûr dikin”
Dîzlek di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di temamkirina vê kampanyayê de xêra xêrxwazan gelek zêde ye, “Em ji dil û can ji hemû xêrxwazên xwe yên ku di vî warî de alîyê me kirine re teşekûr dikin. Xwedê ji hemûyan razî be. Em hêvî dikin ku bi îzna Xwedê ew ê van alîkarîyan û destekan berdewam bikin. Em wek Karwana Hêvîyê hemû xebatên xwe yên alîkarîyê berdewam bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî û endamê Komîsyona Teşebbûsên Îqtîsadî ya Kamûya Meclîsê yê HUDA PAR Şahzade Demîr, derheqê destheqê kêmtirîna nû de weha got, “Zema destheqê kêmtirînê ya ji sedî 30 bi tu şeklî nayê îzahkirin. Divê ji vê reqemê bê zivîrandin û zêdebûnekî bal bê kirin.”
Li alîyê Pamukçuya navenda Balikesîrê serwîsekî dibistanê û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 jê giran 26 kes birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 22 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatine lidarxistin, di encamê de 182 kes hatin binçavkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bal kişand ku rêjeya ji nû ve nirxkirina mûçeya herî kêm a nû jî di bin enflasyona salane de ye û weha got: "Nebû, ev hesab xelet e."