Komkujiyên dawî yên li Xezzeyê li Dîyarbekirê hatin şermezarkirin û bang li welatên Îslamê hat kirin

Bi hezaran kesên ku di pêşengiya Saziyên Civaka Sivîl a Îslamî ya Diyarbekirê de hatin cem hev, êrîşên siyonîstên îşxalker ên li ser Xezzeyê bi şikandina agirbestê şermezar kirin û ji welatên îslamî xwestin ku zextê li tifaqa xerab a sîyonîst bikin.
Bertekên li ser îxlalkirinên agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî li dema paşîv û hedefgirtina sivîlên Xezzeyê berdewam in.
Gelê ku di pêşengiya Saziyên Civaka Sivîl ên Îslamî de li Diyarbekirê li Xaçerêya Pira Yenîhalê hatin cem hev, êrîşên sîyonîstên îşxalker ên li ser Xezzeyê şermezar kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê Saziyên Civaka Sivîl ên Îslamî ya Dîyarbekirê Fatîh Taş xwend.
Taş diyar kir ku qetlîam û qirkirina li Xezzeyê careke din rûyê hov, barbar û rastî yê Rojava nîşan da û barbarên sîyonîst ku ji xwîn û hêstiran têr nabin peymana agirbestê îxlal kirin.
Taş bi ayeta 'Yên ku zalim in dê di demek nêz de bizanibin dê çawa werin hilweşandin.' dest bi daxuyaniya xwe ya çapemeniyê kir û wiha got: "Silav li kesên ku cil û bergên bi îzzet li xwe kirine. Silav li kesên ku li hemberî zaliman li ber xwe didin. Silav li kesên ku li kêleka bindestan disekinin. Silav li kesên ku temaşevanên qetlîama ku li Xezzeyê diqewime nemînin. Silav li neviyên Selaheddîn Eyyûbî û neviyên Abdulhamîd be."
“Nalîna mezluman erş hejand”
Taş destnîşan kir ku rejima sîyonîst, bi tevî Emrîkayê êrîşî konbajara Xezzeyê kir, “Di demeke paşîvê de dîsa êrîş kirin. Zarokên mesum, pîrek û pitikan hedef girtin. Li Xezzeyê qetlîamekî mezin hat kirin. Ji 300î zêdetir xwîna zarok, pitirk û pîrekên me hatin rijandin. Çiqas dinya ji vê zilmê re bêdeng bimîne ew ê ev zilm zêdetir bibe. Helbet ew ê rojekî hesabê bidin.”
“Yên ku edebîyata eleqenekirina sîvîlan dikin hûn li ku ne?”
Taş di berdewama axavtina xwe de weha got:
Taş axaftina xwe wiha domand:
Di dawîya merhaleya ewil a pevguhertina êsîran ku di 19ê Çileyê de hatibû îmzekirin de zaliman dîsa ketin xwîna mezluman. Barbarên sîyonîst ku ji xwînê têr nabin agirbestê îxlal kirin. Zalimê sîyonîst Emrîkayê jî girt pişta xwe û qetlîamekî nû lidarxistin. Hêj xwîna mezluman ji destê wan zûha nebûbû ew dîsa destê xwe bi xwîna mezluman tijî kirin. Ev xwîna mezluman, ketîye nav destê wan kesên ku ji vê zilmê re bêdeng mane. Wan kesên ku edebîyata mafên pîrekan, zarokan û însanan dikin hûn li ku derê ne. Wan ê ku dibêjin kes nikare eleqeya zarokan bikin hûn li ku derê ne.”
“Xwestin ku gelê Xezzeyê tune bikin”
“Hat xwestin ku gelê Xezzeyê bi birçîbûnî, bêavî û bêdermanîyê zor û zordarîyê li ser wan bikin. Wan ji xwarin, av û dermanan mehrum hiştin. Dema ku di vêya de jî serfiraz nebû vêcarê jî dest bi êrîş û bombekirinê kir. îradeya gelê Xezzeyê neşkîya. Dinya hemû pişta xwe dan wan, ew goh nedan vêya û bes xwe ji Xwedê re sipartin.”
“Bi îzna Xwedê ew ê berxwedana gelê Xezzeyê bi zeferê encam bibe”
Taş, “Ew ji nemrûd û Fîrewûnên vê çaxê re berxwe dan. Li hember zaliman wek dîrekan sekinîn, çekên xwe teslîm nekirin. Bi îzna Xwedê ew ê berxwedana gelê Xezzeyê ku kulmekî ne sibe bi zeferê encam bibe. Ev zefer, zefera îmanê, bawerîyê, biqerarî û ezmê ye.”
"Divê pêşnûmeya der barê hevwelatiyên dualî yên tevlîbûna artêşa îşxalker bibe qanûn”
Taş li ser ayetê xîtabî gelên azad ên cîhanê û rêveberên dewletên xwedî wijdan kir û weha got:
“Divê li ser rejîma îşxalker a sîyonîst a ku agirbestê îxlal dike zext bê kirin ku vegerê li ser agirbestê.
Divê astengkirina alîkariyên mirovî yên ji destpêka meha Remezanê ve bo Xezzeyê were rawestandin û her hewl were dayîn ku alîkariyên mirovî bigihêje Xezzeyê.
Divê desteka leşkerî, lojîstîk û teknolojîk ji berxwedanê re bê dayîn.
Divê ji bo şert û mercên HAMASê yên ji bo agirbesteke mayînde ya li Xezzeyê piştgirî bê dayîn.
Di encama biryarên navneteweyî de divê li dijî hevpeymaniya xerab a sîyonîst zext bê kirin da ku biryarên li ser pêkanîna agirbesta daîmî li Xezzeyê, vekişîna îşxalkeran ji Xezzeyê, jinûveavakirina Xezzeyê û gihandina alîkariyên mirovî di pratîkê de werin cîbicîkirin.
Em piştgirî didin dewletên ku ji bo naskirina dewleta Filistînê û bidawîkirina qirkirnia Xezzeyê hewl didin. Em piştgiriyê didin hemû însiyatîfên navneteweyî yên di vê mijarê de.
Boykotkirina berhemên ku piştgiriya rejîma îşxalker a sîyonîst dikin, berdewam dikin.
Dev ji her cure bazirganiyê berdin, bi taybetî şandina petrolê ji bo rejîma îşgalker a sîyonîst bi rêya welatên sêyemîn.
Qanûna du hemwelatîbûna welatiyên sîyonîst ên tirk ên ku li Xezzeyê sûcê qirkirinê kirin ku ji meclîsê re hat şandin û ev demeke dirêj e ku li bendê ye divê bi lez bê îcrakirin.
Siyonîstên ku hemwelatiyên Tirkiyê ne û li Xezzeyê sûcê qirkirinê kirine bila bê ceza nemînin, divê li ber hiqûqê bên darizandin û bi cezayê herî giran bên cezakirin.
Heta ku rejîma îşxalker a sîyonîst di behrê de bê tunekirin û ji nexşeyê bê paqijkirin em ê bi biryar û îradeya xwe parastina doza Qudsê bikin.
Silav li gelê qehreman ê Xezzeyê, ji rêberên wan ên ku cil û bergên îzzetê li xwe kirine û ji mucahîdên ku li hember îşxala sîyonîstan li ber xwe didin re be." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Cemîyeta Mustezefan ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ewê xwîna şehîdên me, ronîkirina rêya ku diçe azadîya axên me berdewam bike.”
Walîtîya Stenbolê, li bajarê ji bo çar rojan xwepêşandan, civîn û daxuyanîya çapemenîyê qedexe kir. Di çarçoveya qedexeyê de hinek rêyên metroyê hatin betalkirin, rê ji trafîkê re hatin girtin.
Derheqê Ekrem Îmamoglu, şêwirmendê çapemenîyê Murat Ongan û gelek mirovan de, di çarçoveya tehqîqata ku li dijî Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê yê CHPyî de, biryara binçavkirinê hat dayîn.