Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha got, “Di zîyaretên me yên li Êlih û bajarên dinê de em ê derheqê van meseleyan da hevdîtinan bikin. Piştî ku em van zîyaret û hevdîtinên xwe biqedînin ew ê daxuyanîyeke berfireh bikin.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku ji bo hinek zîyaretan hatibû Êlihê, dikandarên Êlihê û temsîlkarên STKyan zîyaret kir.
Yapicioglu di dema zîyareta dikandaran de di çayxaneyekî de rûnişt û bi welatîyan re sohbetê kir. Wî ji welatîyan derheqê rewşa aborî, zor û zehmetîyên ku dikşînin de agahîyan stand, hinek pirsgirêk û pêşnîyazên çareserîyê jî da nivîsandin.
Piştî zîyareta dikandaran Yapicioglu, bi temsîlkarên STKyan re hat cem hev. Berîya ku bi STKyan re hevdîtinê bike ji çapemenîyê re daxuyanî da, di daxuyanîya xwe de derheqê meseleyên ku li Tirkîye û dinyayê pêk têne de nirxandinan kir.
Yapicioglu derheqê roja xwe de bi kurtasî agahî da û got, “Em îro hatin Êlihê. Me dikandarên xwe zîyaret kir. Di çayxaneyekî de rûnişt û welatîyên xwe gohdar kir. Bi îzna Xwedê em ê du roj li vê bin û bi temsîlkarên cuda re hevdîtinê bikin. Derheqê hinek meseleyan de em dixwazin ku hinek fikr û ramanan bidestbixin.”
“Îhtîmale ku rejima sîyonîst çawa ku li Libnanê agirbestê îxlal kirîye li Xezzeyê jî îxlal bike”
Yapicioglu ji destpêka axavtina xwe re derheqê qirkirin û qetlîama ku ev bû 15 meh in zêdetir e li Xezzeyê pêk tê de agahîyan da û got, “Rejima sîyonîst, ev bû 15 meh in zêdetir e li Xezzeyê qirkirin û qetlîameke mezin bikaranît. Ji 2 milyonî zêdetirê Xezzeyî ku di nav cîhekî teng de hatine asêkirin, ji ber ku li ser wan axan in, ji ber bawerîyên xwe û nasnameyên xwe yên nîjadî dûçarê qirkirinekî mezin bûn. Dawî agirbest hat îmzekirin. Lê dema ku agirbest hat îmzekirin heta ku agirbest bikeve rewacê wan qirkerên qatil ji bomberdmanên xwe paşve neman. Dîsa qetlîamên xwe yên nû heta pevguhertina êsîran domandin, îhtîmale ku ji vê şûnda jî bidomînin. Trumpê ku ji serokatîya Emrîkayê re nû hat bijartin weha gotibû, ‘Min ji Netenyahuyê re ji bo agirbestê got lê min jê re got tiştê ku hewceye jî bike’ Netenyahu jî ev belgeya vekirî ya îznê jî li ber çapemenîyê îlan kir û îhtîmale ku rejima sîyonîst çawa ku li Libnanê agirbestê îxlal kirîye li Xezzeyê jî îxlal bike.”
“Berxwedana Filistînê zeferekî qezenc kirîye”
Yapicioglu ku îfade kir, “Belê, li Xezzeyê qirkirinekî çêbû. Niha agirbestekî hat îmzekirin. Xezzeyîyan hilmekî standin. Ji niha şûnve divê ji bona ku xûşk û birayên me yên Xezzeyî birînên wan bêne dermankirin û rabin pîya çi ji destan tê bê kirin.” Dûre weha axavtina xwe zêde kir:
“Rejima sîyonîst a ku 15 meh in qirkirinê bikaranît, tiştekî jî bidestnexist. Bes ew pîrek û zarokên bêparastin qetil kirin û bi vê şeklê qirêjîyekî li enîya xwe xistin. Bi îzna Xwedê heta ku însanîyet hebe ew ê heta însanê dawî vê gemarî ji rûyê wan neyê paqijkirin û jibîrkirin. Ew çi hedefên xwe yên leşkerî çi jî hedefên xwe yên sîyasî bidestnexistin. Ew planên xwe yên nêz û dûr bidestnexistin. Pozê wan li erdê hat kaşkirin û mecbûr man ku paşve biçin. Bi îzna Xwedê wê xerabtir jî bibin.”
Dibe ku hinek hebin li gorî kuştîyan gelo kî çiqas kuştibe xalib ew e vê meseleyê binirxîne lê heger alîyekî ji armancên xwe re negihiştibe, çiqas kesan kuştibe bile bikuje ne muhîm e, ew winda kirîye. Di alîyê dinê de jî gelo ji wî çend kes hatibe kuştin ew winda kirîye an jî winda nekirîye, heger ew alî hinek be jî gihaştibe armanca xwe hûn zanibin ku wî alîyê qezenc kirîye. Bi îzna Xwedê berxwedana Filistînê zeferek qezenc kirîye. Ev zeferekî ye û pozê sîyonîzmê li erdê hatîye kaşkirin. Ew ji armancên xwe yên leşkerî re negihaştin. Ew gotin ku wê bi qewetê êsîrên xwe xelas bikin feqet nikaribûn bikirana. Ew gotin em ê HAMASê û berxwedana Filistînê tune bikin, vêya jî nikaribûn bikirana. Ew di nav xeyalekî ew ê bi temamî Xezzeyê îşxal bikin de bûn lê niha ew ji Xezzeyê vedikişin. Ew dixwestin ku Filistînîyan ji axên Filistînê derxin û cihûyîyên li çar alîyê dinyayê bînin li vê derê. Berevacîyê wî bû. Xezzeyîyan li Xezzeyê man. Ji milyonekî zêdetir cihûyî ku li ser axên îşxalkirî dijîyan mecbûr man ku revîyan. Bi îzna Xwedê ev destpêka dawîya rejima îşxalker e.”
“Gelê Sûrîyeyê şoreşê pêk anî lê emperyalîstan hêna jî destê xwe ji Sûrîyeyê venekişandin!”
Yapicioglu derheqê Sûrîyeyê de jî nirxandinan kir û weha got, “6 Hefte berê rejima Baasê hilweşîya. Esadê zalim û dîqtator, Sûrîyeyê hişt û revîya. Gelê li wê derê şoreşekî pêk anîtin. Em di hilweşandina zalim û dîqtatora ser serê xwe de serfiraz bûn. Em ji vê şûnva dibêjin ku bila pêşîya wan vekirîbe. Em dixwazin ku bila carekî dinê zilmekî ewakî dîsa nebînin. Erê, ew ê ku li Sûrîyeyê çêbûye şoreş e. Zalimekî ketîye lê emperyalîstan di her dem û rewşê de nîşan didin ku tu armancekî wan a vekişandina destê xwe ji herêmê tineye. Rebbê min bila firsedê nede wan. Ew dixwazin ku li Sûrîyeyê kaosekî çêbibe.
Em jî ji li vê derê ji hemû gelê Sûrîyeyê re dibêjin ku; ‘Hûn di bin zilma zalimekî ku ji we hemûyan re zilmê dikir de nale nalê dikirin. We demên dirêj êş û janan kişand. Hûn bi litfa Xwedê ji vê zalimê xelas bûn. Niha jî ji bona hûn pêvajoyekî wisa dîsa nebînin, ji bona ku hûn bi hev re nekevin nav pêvajoyekî kaosê bi hev re ji bona ku sîstemekî adil û hemû kesan di nav xwe de bihewîne saz bikin dest bidin hev. Gengeşî û cudatîyên biçûk ên di navbera xwe de bidin alîyekî. Divê însanên ku nîjadên wan ne yek in werin cem hev û sîstema ku xeyrîmuslîm jî di nav xwe de rehet bin bêguman sîstema herî nêz a edaleta Xwedê ye. Zîra bawerîya me mesulîyeta parastina neslî, eqlî, namus, irz, can û malê însanên ku dînê wan cudane jî daye ser milê me. Ji ber vê yekê li ser axên Îslamê, li bajar û bajarokên Îslamê tiştê ku Misilmanan rehet bike encax û encax sîstemekî ku Xwedê jê razîbe ye. Bireveberîyekî ku Xwedê jê razî be ye. Înşaallah wê Sûrîye vêya bidestbixe, em wisa daxwaz dikin.”
“Em ê li herêmê û bajarên rojavayê derheqê pêvajoya nû de bi welatîyên xwe re îstîşareyan bikin”
Zekerîya Yapicioglu derheqê rojeva hindir de jî axivî, derheqê meseleya Ocalan û pêvajoya nû de jî nirxandinan kir û weha got, “Ev pêvajo çîye? Pêvajoya çîye? Çi dibe? Di vî warî de hêj navekî û navdayînekî hevpar nehatîye kirin. Hinek hene ku dibêjin ev pêvajoyeke çareserîya nû ye. Alîyê hikumetê dibêjin ku, ev ne pêvajoya çareserîyekî nû ye, ev ne pêvajoyekî ye, alternatîfekî çekdayîna kesên ku çek di destê wan de ne nemaye û êdî ev ji bo derbasîya Tirkîyeya nû ya bêteror û bêşîddet firsedek e û ew ê bêguman jî vêya pêk were. Navê wî çi dibe bila bibe, em ê derheqê vêya de zîyaretên xwe bidomînin, em ê li bajarên wek Mêrdîn, Dîyarbekirê jî zîyaret û hevdîtinên xwe bidomînin. Em ê li bajarên rojavayê jî û welatîyên xwe yên li wê derê re jî hevdîtinan bikin û fikr û ramanên wan bidestbixin.”
“Meseleya Kurd, tenê ji meseleya çekdanîna PKKnê îbaret nîne, hetta mesele ne ew e jî”
Yapicioglu îfade kir, “Berîya her tiştê divê ev bêgotin ku çek û şîddet ji bo bidestxistina mafdayînê metodek nîne.” Û dûre Zekerîya Yapicioglu weha axavtina xwe berdewam kir:
“Mitleqe divê çek bêne berdan. Ji sedsalî zêdetire pirsgirêkekî me yê ku enerjî û hebûna vî memleketê dixwe û zerarê dide biratîyê heye. Xerakirina biratîyê, meseleya Kurd… Divê bêguman ev pirsgirêk bê çareserkirin. Divê berîya her tiştî van herdu meseleyan wek meseleyekî neyê dîtin. Meseleya Kurd, meseleya çeka di destê PKKê de nîne. Hetta mesele ne ew e jî. Lihevxistina van herdu meseleya neçareserkirina meseleyê ye. Yek şertê dinê nîne, yê dinê jî sebeba dinê nîne. Yê dinê encama yê dinê jî nîne.”
“Divê çareserîya meseleya Kurd ji şert û mercan re neyê girêdan û ji bo bazarîyê jî neyê meselekirin”
Yapicioglu weha berdewam kir:
“Bi îfadeyekî zelal; Divê çareserîya meseleya Kurd ji şerta danîna çekan re neyê girêdayîn. Çareserîya meseleya Kurd a wek maf û hiqûqekî, çawa ku ji şertekî re neyê girêdan divê bi tu şeklî bi tu kesekî re ji bo bazarî neyê meselekirin. Xeyn ji vêya, ji meseleya Kurd cudatir divê mitleqe çek jî bêne berdan. Çîmkî, çek û çalakîyên çekdarî li ber pêşîya çareserîya meseleya Kurd astengekîye. Divê ev astengî bê berterefkirin. Mitleqe ev astengî bê rakirin ew ê hemû kes qezenc bike û ew ê herî zêde jî xûşk û birayên me yên Kurd qezenc bikin. Çîmkî ji vê van çekan herî zêde Kurd zerarê dîtine û nedanîna çekan dibe ku zerara ku dide Kurdan zêdetir bike û bidomîne.”
“Lijneya DEMê û partîyên sîyasî yên ku bi wan re hevdîtinê dikin derheqê gelo ewê pêvajo bi kîjan alî ve biçe de xwedî agahîyekî zelal nînin”
Yapicioglu derheqê hevdîtina lijneya DEMê ya bi partîyên sîyasî yên dinê de jî nirxandinan kir û weha got, “Di navbera partîyên sîyasî de hevdîtinek heye. Hinek partîyên sîyasî bi hev re hevdîtinê dikin hûn jî dizanin ku lijneyek partîya DEMê, li Girava Îmralîyê bi Abdullah Ocalan re zîyaretek li dar xist û piştî wê zîyaretê bi Serokatîya Meclîsê û partîyên sîyasî re hevdîtinê kirin. Armanca vê lijneyê çîye, bi kîjan sifetî peyama çi dibin? Em bi temamî vêya nizanin. Hûn jî dizanin ku daxuyanîyên ji çapemenîyê re têna dayîn gelek hindik in. Ji daxuyanîyên ku têne dayîn em vêya fêhm dikin ku ew peyama ku ji Îmralîyê girtine ji partîyên sîyasî re dibin û tewsîye û pêşnîyarên ji partîyên sîyasî digrin jî ew ê di hevdîtina duyemîn de bibin Îmralîyê. Tiştê ku tê kirin postatî ye an jî na em jî nizanin. Ew ê wext vêya nîşanî me bide. Gotibûn ku ew ê daxuyanîyeke bihûrgilî bikin lê hêj tu hûrgilîyekî tineye. Bi hinek partîyên sîyasî re hevdîtinên me jî çêbûn. Encama ku me ji van hevdîtinan derxistîye ev e, hem mirovên di wî lijneyê de hem jî lijneya van partîyên sîyasîyan dema ku van hevdîtinan dikin baş nizanin ku ew ê ev pêvaji berbikîjan alî ve biçe nizanin. Înşaallah gel jî di demeke kurt de xwedî vê agahîyê bibe.”
“Dema ku me zîyaretên xwe yên li bajarên dinê qedand wê derheqê vê meseleyê de daxuyanîyeke berfireh bidin”
Yapicioglu derheqê vê meseleyê de herî dawîn weha axivî, “Em ê di zîyaretên xwe yên li Êlihê û bajarên dinê de di vê meseleyê de hevdîtinan bikin. Piştî me fikr û ramanên hembajarîyên xwe bidest xist wê li bajarên dinê jî van zîyaretan lidarbixin û dûre jî wê daxuyanîyeke berfireh bidin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kartalkayaya Bolû di encama şewata ku li otelekê derket de hejmarê mirîyan derket 66 kesan û 51 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu dê di 22ê Çileyê roja Çarşemê de ji bo hinek hevdîtinan biçe Mêrdînê.
Bendava Dîcleyê ya li Navçeya Egîlê ya Dîyarbekirê ku di sala 1986an de dest bi çêkirina wê kir û di sala 1997an de bi dawî bû, gelek şêniyên derdora wê di bin avê de man. Şêniyên taxa Tekya ku bîranînên wan di bin avê de mabûn, bîranînên xwe vegotin.
Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bona ku zefera berxwedana Filistînê pîroz bikin û piştgirîya xwe ya ji wan re bidin nîşandan ji Bedenên Dîyarbekirê re afîşekî bimane daleqandin.