Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku li dijî PKK/KCK operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 40 şikdar hatin binçavkirin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:
“Di nav hefteyekî dawîn de li 19 bajaran li dijî PKK/KCKê li dijî rêxistina terorê ji teref cendermeyan ve operasyona ‘Gurz-30’ hatin lidarxistin; 40 şikdarên endamê rêxistina terorê hatin qefaltin.
Ji teref serdozgerîyên Komarîyê ve li bajarên Semsûr, Agirî, Entelya, Erdêxan, Aydin, Bûrdûr, Dîyarbekir, Hetay, Mereş, Qers, Kîlîs, Manîsa, Mêrsîn, Mûxla, Sêrt, Riha, Şirnex, Tekîrdax û Wanê operasyon hat lidarxistin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Sûra Dîyarbekirê wesayîtek ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî, di encamê de 10 jê xwendekar 11 kes birîndar bûn.
Li Kuçukcekmeceyê ji çayxanekî re bi bombeyê êrîş hat lidarxistin. Di êrîşê de mirî an jî birîndar çênebûn.
Li navçeya Datçaya Mûxlayê di mezinahîya 3,4an de erdhejek pêk hat.
Bi biryara Konseya Dadgeha Iraqê, li Silêmanî hinek şîrketên produksîyonê, çapemenî û navendên çandî ya ku nêzê PKKê ne hatin girtin.