Di operasyona li dijî DEAŞê ya li 32 parêzgehên ku navenda wê Îzmirê ye, ji 114 şikdarên ku der barê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn 77 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya tehqîqata ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê fînansekirina DAIŞê da meşandin da ji bo 114 şikdaran biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li Îzmîr, Qonya, Enqere, Entap, Stenbol, Tekirdag, Edene, Semsûr, Yozgat, Riha, Bûrsa, Mereş, Wan, Qocaelî, Çewlig, Agirî, Yalova, Qeyserî, Mûş, Şirnex, Sêrt, Çankiri, Aksaray, Antalya, Semsûn, Seqerye, Meletî, Colemêrg, Hetay, Li Mêrsîn û Ispartayê di operasyona hevdem de 77 şikdar hatin girtin.
Hat diyarkirin ku ji şikdaran 8 kes li dervayî welat in û ji bo 29 jê girtî jî xebat dewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Entabê Şahzade Demîr, li ser berteka Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy di derbarê naveroka ku di bernameyên televîzyonan de bi taybetî jî bernameyên bi roj zerarê dide nirxên civakî, pirsa meclisê kir.
Li navçeya Tersûsa Mêrsînê Kerwana Hêvîyê bi alîkarîya xêrxwazekî eşyayên malê yên curbecur diyarî malbatên feqîr kir.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr got, "Li ser vê rastiyê berpirsyariya bingehîn a hemû welatên Îslamê bi taybetî jî van her sê welatan e ku bi lez û bez pirsgirêkên heyî çareser bikin û li dijî sîyonîzmê feraset û yekitiya tevgerê pêş bixin."
Li Edeneyê wesayîtek û motorbisiqlet li hev qelibîn, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.