Di navbera malbatên ku ji berê ve di nav wan de neyartî hebû de şer derket, di şer de dar, kevir û çek hatin şixulandin.
Malbatên ku di seatên serê sibehê de rastî hev hatin bi hev re şer kirin. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li ser Ceddeya Valî Konagiyê neyarên ku di nav dolmîşê de rastî hev hatin dest bi şer kirin.
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku di navbera wan de bi dar, kevir û çekan pevçûn derket.
Di şerê ku pêk hat de H.Y., A.Y., Y.Y., T.Y., M.T. ji cîhên cuda birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku piştî bûyerê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Agirîyê û nexweşxaneya taybet re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.
Polêsê ku ji ber şer ji çûndin û hatinê re rê girtibû dest bi tehqîqatê kir.
Dolmîşa ku di şer de zerarê dît bi kaşkaşokê ji nav rê hat rakirin û rê ji nû ve ji çûndin û hatinê re hat vekirin.
Polês li herdu nexweşxaneyan jî ewlehîyê digrin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Meletîyê, di şantîyeyekî de di navbera karkeran de şer derket, di encamê de kesekî birîndar bû, 3 kes jî birîndar bûn.
Li peravên navçeya Ayvacika Çeneqqeleyê 25 jê zarok 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin.
Wezareta Parastina Netewî daxuyand ku ew li herêmên “Mertala Firatê û Kahnîya Aştî” 6 PKK/YPGyîyan kuştine, li Herêma Kurdistanê jî PKKyîyek hatîye kuştin.
Serokê Giştî yê Mil-Diyanet Senê Celaleddîn Gul diyar kir ku rêveberiya dibistanê bi daxwaza tiştekî ku ne mafê wan e sûc kiriye û xwendekar jî aciz kiriye û dêûbav xistiye bin zextên derûnî.