Li Bûrsayê balafira perwerdehîyê ket xwarê, di encamê de balafirvan birîndar bû.
Bûyer, di seatên nîvroyê de li Balafirgeha Yenîşehîrê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, balafira ku ji bo perwerdehîyê rabûbû, daketina xwe temam kir dema ku pîstê terk dikir ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji kontrolê derket û qeza kir.
Di encama qezayê de balafirvan birîndar bû. Ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.
Balafirvanê birîndar, piştî midexeleya ewil bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê rewşa birîndar de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn lê hat hînbûn ku rewşa birîndar baş e.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, destnîşan kir ku heger PKK/YPG dîqetê hişyarîyan neke, “(Ew ê ku heq e) midexeleya leşkerî ye. Şam bi wan re xeber dide. Carkî ji wan re got, ew ê carekî dinê jî nebêje.”
Weqfa Karwana Hêvîyê, li Edeneyê ji endamên xwe yên ku perwerdehîya lêgerîn û xelaskirinê bi serfirazî temam kirin re sertîfîkayên wan dan wan.
Li Êlihê wesayît û mînîbûsa ku xwendekar di nav de bû li hev qelibîn, di encama qezayê de 20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn.