Li Bedlîsê di qezaya trafîkê ya zincîrê ku 23 wesayît tê da bûn de herî kêm 31 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Bedlîs-Tatwanê ji ber mija gurr a li bajêr qeza pêk hat.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên ekîbên AFAD, tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxisitn li cihê Fabrîqeya Eren Îplikê ji ber mij û cemedê û qeşaya rêyan qezaya zincîrê pêk hat, di encamê de 23 wesayît li hebv qelibîn ü herî kêm 31 kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansên ji Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê re hatin rakirin.
Ji ber qezayê li ser rê trafîk çêbû..
Hat diyarkirin ku piştî wesayit bên rakirin dê trafîk normal bibe.
Ekîbên trafîkê hişyarî da şofêran ku li ser rêya ku ji ber mijê kêm dîtin heye bila baldar bin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji bo Wan, Şirnex, Bêdlîs û Colemêrgê hişyarîya berfa “tund” da.
Li navçeya Qosera Mêrdînê serwîsekî xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Ji ber berf û bapûkê rêya Mûş-Pasur-Dîyarbekirê ji çûnûhatinê re hat girtin.
4 bersûcên ji doza kuştina Narîn Gurana 8 salî ya li Dîyarbekirê, ji bo roja duyemîn a rûniştina duyemîn di bin ewlehîyekî mezin de ji edlîyeyê re hatin anîtin.