Li Beşîktaşa Stenbolê otobûseke IETTê li wesayîteke înşaetê qelibî: 5 rêwî birîndar bûn
Li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê, otobûseke IETTê kontrola xwe winda kir û li wesayîteke înşaetê qelibî, di encamê de 5 rêwî birîndar bûn.
Li Beşîktaşê, otobûseke IETTê dema ku di rê de bû, ji ber sedemek hêj nediyar kontrola xwe winda kir û li wesayîteke înşaetê qelibî.
Piştî qezayê ekîbên polês û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.
Li gorî agahiyan, di qezayê de pênc rêwîyên di otobûsê de birîndar bûne. Ekîbên tenduristî li cihê bûyerê midexeleya ewil dane birîndaran.
Lêkolînên polêsan ên li ser qezayê berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mole Mustafa Durgun ku rîspîyek herêmê ye , di sêyemîn salvegera wefata wî de ji hêla şopîner û xwendekarên wî ve li ser gora wî hate bîranîn.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku gelek dronan ku ji Iraqê hatine avêtin, boriyên petrolê yên Rojhilat-Rojava kirine hedef.
Li navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûnê, mînîbûseke ku karkerên findiqê dibir Meletîyê, li qamyoneteke ji aliyê dijber ve dihat qelibî û 23 kes birîndar bûn.