Li Bolûyê otobûs qeza kir: 5 jê giran 15 birîndar
Li Bolûyê, ji ber ku otobûseke rêwiyan li ser Rêya Anadoluyê kontrola xwe winda kir û li bariyerek û tabelaya cihê bêhnvedanê qelibî, 15 kes birîndar bûn ji wan jî 5 kes giran in.
Qeza, li ser Rêya Anadoluyê ya ber bi Stenbolê ve qewimî.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otobûsa bi plakaya 46 DC 111 a şîrketa Vip Kahramanmaraş Turizm û ber bi Stenbolê ve diçû, kontrola xwe winda kir û li bariyeran û tabelaya li deriyê qada bêhnvedanê qelibî.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye, cendermeyan û ekîbên rêyên bejahî hatin şandin.
Di qezayê de 15 kes, tevî şofêr, birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Tê ragihandin ku rewşa pênc birîndaran giran e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Zanîngeha Dîcle ya li Dîyarbekirê, di qezayek trafîkê ya ji ber wergeriyana wesayîteke sivik a bazirganî de 3 kes birîndar bûn, hat îfadekirin ku yek ji wan rewşa wî giran e.
41 koçberên neqanûnî di qeyikeke lastîkî de ku ji aliyê ekîbên Ewlekariya Peravê ve li peravên navçeya Urla ya Îzmîrê hatibû rawestandin, hatin girtin û şikdarekî qaçaxçîtiya koçberan jî di derbarê bûyerê de hat binçavkirin.
Pankartên ku di merasîma mezûnbûna Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Yedîtepeyê de hatin danîn, bûn sedema nîqaşan. Her çend pankartên sîyasî hatin destûr kirin jî, pankartek ku ayetek ji Quranê tê de hebû nehat qebûlkirin û ji bona ku ayet neyê dîtin ji mirovan dîwarek hat çêkirin.