Li Bûrsayê şewata daristanê: Ji hewayê midexele tê kirin

Li gundê Kavakliya navçeya Yenîşehîra Bûrsayê di daristanê de şewat derket, ji şewata ku derket re hem ji hewa hem jî ji bejahîyê midexele tê kirin.
Hat îfadekirin ku şewat di seatên nîvroyê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare derket.
Midexeleya ewil ji teref ekîbên ku girêdayê Midûrtîya Herêma Daristana Yenîşehîrê ne ve hat kirin.
Hat destnîşankirin ku di koordînasyona Midûrtîya Herêma Daristana Bûrsayê ji herêmê re 2 helîkopter, 8 qamyonên avê, 4 tankerên avê û tev de 62 personel hatin sewqkirin.
Midexeleya şewatê hem ji hewa hem jî ji bejahîyê berdewam dike, ji bona ku agir bê vemirandin xebateke mezin tê kirin.
Hat diyarkirin ku şewat gundîyan hêna jî tehdîd nake, tenê li herêma daristanê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gundê Kayaonu yê navçeya Palu ya Xarpêtê, di madeneke taybet a kromê de hilweşînek çêbû.
Li gundê Pinarlara navçeya Derelîya Gîresûnê, wesayîtekî ku dixwest par bike gêrê şerempolê bû. Di qezayê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Alacakayaya Xarpêtê di kana madenê de hilweşîn pêk hat, karker di binî de mane.